Monday, September 14, 2009

Ji germîstanê heta hênikîstanê

Em cend rojan cûbûn Baskîlê, Baskîl navçeyek Elazîzê ku bajarê dîya min, pîrka Jîndikê ye. Li gor Amedê wira gelek hênik bû. Me 4 rojên xwe li wir derbas kirin, herdu xaltîyên min jî li wir bûn û di derdora Jîndayê de cerx dibûn.

Lê li Baskîlê ji Jîndayê pirtir, Micke, yanê bavê Jîndayê, bala xelkê dikişand ser xwe. Dema ku em derdiketin dikanan an li ber qehwexaneyan derbas dibûn herkesî li wî mêze dikir. Wusa xuyaye ku baskîlîyan pir bîyanî nedîtîne di jîyana xwe de. Ez ji kenan mir im!!

1 comment:

  1. Xwezî hemû kurd bi xwe re ewropî herdem bibrana welêt. Wisa xelkê gundan wê fêrî dîtina ewropiyab bibin.
    Wêneya Jînda ligel pita (pîrka) xwe zor xweş e.
    silav û hezkirin ji bo we.

    ReplyDelete