Kal û pîrika Jîndayê hefteyek berê çûn Amedê û em bi tenê hiştin. Lê bi saya teknolojîyê em dîsa jî dikarin her roj hevûdu bibînin. Vê sibê piştî ku Jîndayê taştê xwar, min komputera xwe vekir û bi rêya înternetê (MSN) em bi hev re peyvîn û li kamerayê me hevûdu dît.
Monday, June 29, 2009
Pîre û kalo, hûn li ku ne?
Sunday, June 28, 2009
Stêrkên me yên nû – Koma Mudî
Min îro li înternetê stranbêjên nû kifş kirin: Koma Mudî.
Ma tu hunermendên ewqas sêrîn hene?
Ka hûn bi xwe biryarê bidin:
Saturday, June 27, 2009
Jînda baş e û silav dike
Hevalno, zû de ye ku min nenivîsîye. Lê ew, wek hinekan bawer dikir, naye wê maneyê ku tiştek bi Hirçoka min bûye. Hirçok, wek hûn dibînin, mezintir û xweştir bû ye. Niha bûye 10 mehenî û êdî hinekî dipeyive jî. Dibêje: Mami û mama, yanê dayê û her weha jî baba, yanê bavo. Hin peyvên din jî dikare.
Êdî roj bi roj dunyaya xwe li ser çar pîyan kifş dike. Ez û Micke em her roj matmayî dimînin: ma mumkun e ku hirçokek bi 9 kîlo ewqas kêf xweş û zindî be?
Û gelo, evîneka li hember însanekê çawa dikare ewqas xurt û bêdawî be?
Thursday, June 11, 2009
Bav û lênêrîna zarokan
Ev deh roj in ku ez her roj diçim kar û têm û ev tê wê maneyê ku ev deh roj in ku ez rojê bi kêmasî neh saatan Jîndika xwe nabînim. Rojên pêşî ev yek ji min re gelek zehmet bû. Ne tenê ji ber bêrîkirinê lê her weha tiştekî din jî di fikrê min de hebû: Ez difikirîm, gelo, bavê Jîndayê dê bikaribe bi qasî min li wê baş binêre? Dê bikaribe dev û destên wê baş paqij bike? Dê bikaribe paçên wê bigore û ji wê re xwarinên xweş çêke? Hezar pirsên wusa di serê min de hebûn...
Min ev fikrên xwe bi serbilindî eşkere nedikirin. Tam beravajî min şerm dikir ku wan eşkere bikim ji ber ku fikrên mîna van dibin yek ji sedemên ku em nikarin bighên wekhevî/yeksanîyeke rastî. Heta ku, di warê lênêrîna Jîndayê de, bawerîya min bi bavê Jîndayê tune be, ez ê di dewsa wî de xwarina Jîndayê çêkim, paçên wê bigorim wê paqij bikim û hwd. Ji ber ku ez bawer dikim ku ez tiştên weha ji wî baştir dikim. Paşê jî ez ê xwe mîna qurbanekê bibînim û ji xwe re bêjim: ”Ev mêr ji tiştekî re nabin”.
Lê wek min got, ev deh roj in ku Jînda ji min pirtir bavê xwe dibîne. Û heta niha tu rojek birçî nemaye, binê wê her tim paqij bûye û bi giştî hîn jî keçeka bextewar e.
Sunday, June 7, 2009
Jîndayê demokrasî û hilbijartin nas kir
Ez û Jîndik li cîyê hilbijartinê.
Îro li seranserê Swêdê hilbijartina ji bo Parlamentoya Yeketîya Ewrupayê hebû. Ez û hirçoka xwe em bi hev re piştî nîvro çûn cîyê hilbijartinê. Cîyê min ê dengdanê li taxa me di dibistankê de bû.
Min dengê xwe da. Jînda jî ji alîyekî ve bi awrên tijî meraq li derdora xwe mêze dikir, ji aliyekî din ve jî bi karta min a dangdanê dilîst. Ew di dema min a dengdanê de hem baqil û hem jî kêfxweş bû. Wusa dixuye ku wê ji niha ve girîngîya vê meseleyê fêm kiriye!
Thursday, June 4, 2009
Jînda sinorên xwe berfireh dike
Demek berê me ji Jîndika xwe re pasaportek derxistibû. Niha ew pasaport hatîyê bikaranîn: sefera pêşî ya Hirçoka me ji bo Rîgayê, paytexta Letonyayê, bû. Em bi ferîbotê çûn û dê, bav û apê Micke jî bi me re bûn.
Ka
Wednesday, June 3, 2009
Dilê min diêşe…
Vê heftê min dest bi kar kir. Ez niha li beşa nûçeyên navnetewî ya Radyoya Swêdê kar dikim û ew tê wê maneyê ku ez ê êdî piştî 9 heyvên şêrîn, bi şev û roj bi Jîndaya xwe ya delal re wext derbas nekim.
Roja pêşî baş derbas bû. Lê duhî hindik mabû ku ez her deqe telefonê Micke bikim û Jîndaya xwe ji wî bipirsim. Dilê min digot: ”Zû herê mala xwe û keça xwe hembez û maç û bike”, lê mêjîyê min jî ev yek qebûl nekir. Jîndik her tim di fikrên min de bû. Lê divê ez fêrî vê rewşê bibim, ji ber ku jîyan dê wusa derbas bibe: sibê zû heta êvarê kar. Mixabin… Lê ez ê hewl bidim ku ez vê yekê bigorim. Ma dibe ku ez mirovên xerîb ji keça xwe, stêrka xwe, pirtir bibînim? Min hîn ev yek qebûl nekiriye.