Wednesday, August 31, 2011

Kalo, ev çima wa dikin?



Piştî mitîngê em bi hev re çûn avahiya çandê ya Stokholmê (Kulturhuset). Li wir, wek her carê, gelek çalakiyên çandî hebûn. Yek ji wan jî pandomîm bû. Ez û Jînda li ser textebendekê rûniştin û me temaşeya hunermendên pandomîmê kir. Lîstika wan tiştekî wek nîv bale, nîv pandomîm bû. Jîndayê ji min pirsî:
- Kalo, ev çima wa dikin?

Ya Rebî, ez îcar çi bersivê bidim vê keçikê! Ez fikirîm, min wek pîrika wê, bi pirsekê bersiva wê da. Min got, kêfa te jê re tê? Got, - Belê. Min got, ji bo ku kêfa me were ew weha dikin.

/H. Diljen

Kalo, ew çima dipeyivin?

Vê şemiyê em bi hev re li Stokholmê çûn meş û mitînga li dijî êrîşên Îran û Tirkiyê. Cihê mitîngê li ber parlemana Swêdê bû. Di mitîngê de, wek her carê, axaftinên gelek dirêj hatin kirin. Jînda di hemêza min de bû û ji min pirsî: -Kalo, ew çima dipeyivin?
Bi rastî, min pirseke weha ji keçeke sê salî nedipa. Ez mamosteyê 37 salan im, lê min nizanibû ku ez çi bersivê bidim wê. Min got, ew dibêjin bila kes li zarokan nede...

/H. Diljen

Jînda bû sê salî!

Jînda îro sê saliya xwe tijî dike, lê li gor salên xwe, di warê fikirandin û hişmendiyê de, gelek pêşketî ye. Li ser tiştên ku li derdora wê diqewimin difikire, dipirse û dixwaze wateyekê bide wan.
Sê saliya te pîroz be, delaliya me!

/H. Diljen

Monday, February 22, 2010

Peyvên Jîndayê yên pêşîn

Duhî roja zimanê zikmakî ya navnetewî bû. Jînda niha 18 mehînî ye û bi du zimanan mezin dibe. Ez û malbata min bi kurdî û aliyê bavê wê û li pêşdibistanê jî bi swêdî bi wê re dipeyivin. Niha bi her du zimanan jî gelek tiştan fêm dike. Peyvên wê yên pêşî ev in:

Bi kurdî:
pîyê (yanê ”pîrê”)
kako (kalo)
şîr
av
ek (hêk)
sol
sar
germ
gum (kum)

Bi swêdî:
puluka (yanê pulka= bi kurdî xizek)
aple (yanê äpple=sêv)
tack (spas)
titta (mêze bike/binere)
pappa (bavo)
mamma (dayê)
nej (na)
kallt (sar)
ko (yanê sko=sol
)

Monday, February 1, 2010

Jînda û duzimanî

Di hejmara dawî ya kovareka ji bo dê û bavan, ango ji bo malbatên xwedî zarokên biçûk de, ku bi swêdî navê wê”Vi Föräldrar” e, nivîsek li ser malbata me hebû. Temaya kovarê malbatên pirzimanî bûn. Di vê kovarê de hatibû nivîsîn ku li gor lêkolînekê ji bo zarokan sinorên hejmara hînbûna zimanan tune ne. Zarok dikarin, bê astengî, çar-pênc zimanan bi hev re fêr bibin. Û wek ku hûn dibînin Jînda li ser vê meseleyê bi biryar e.

Pisîk ”mîyaw” dike

Hirçoka me bûye heyrana heywanan. Li ku derê heywanan dibîne, destê xwe ber bi wan dirêj dike. Bi taybetî ji pisîk, kûçik û hespan pir hez dike. Û êdî ewqas mezin bûye ku teqlîta wan jî dike. Wek mînak: dema kûçikek bi xwedîyên xwe re ji ber mala me re derbas dibe Jînda dengê xwe blind dike û dibêje ”vovv, vovv”. Ev keçik, dilê dayika xwe, li ber cavên min her roj mezin dibe. Xwezîka mirov bikaribiya carina wext rawestanda…

Tuesday, January 19, 2010

”Jînda gelek serhişk e”

Roja Jîndayê ya pêşî ya li zarokxaneyê gelek baş derbas bû.

”Jînda gelek serhişk e”Hirçoka min êdî dest bi zarokxaneyê kir. Hefta berê roja pêncşemê roja wê ya pêşî bû li zarokxaneyê û her tişt gelek baş derbas bûbû. Lê ew hefta berê bû. Niha hefteke nuh dest pê kirîye û Jîndika me îro li zarokxaneyê alîyên xwe yên şêrîn û nermik nîşan nedabûn. Bavê wê hîn li zarokxaneyê bi wê re ye, lê mamoste naxwazin ku Micke li zarokxaneyê bi wê re aktîf alaqe bibe. Ew dixwazin Jînda bi serê xwe be ku bikaribe serbixwe bibe. Micke li ba wê tenê li ser kursîyekê rûdine û li Jîndika me temaşe dike.

Lê îro Jîndayê ev rewş protesto kir! Wê nedixwest bi mamoste û zarokan re bilîze, lê dixwest bi bavê xwe re bilîze. Wê nîv saeêt qijê-qij kir, heta ku nefesa wê hat birîn û wê çaxê mamoste Jîndika me bir ba Micke û got: ”Keça we gelek bi biryar e, serhişk e”. Dema ku Micke vê êvarê ev yeka ha ji min re got, ez ji kenan mir im. Lê Micke bi xwe xemgîn bû. Wî got: ”Dilê min şewîtî dema ku girî û qîjîna Jîndayê dihat min, lê mamosteyan nehiştin ku ez nêzê wê bibim”.
Wênê: Roja Jîndayê ya pêşî ya li zarokxaneyê gelek baş derbas bû.

Hirçok vegerîya bloga xwe

Demeke dirêj e ku min di blogê de nenivîsîye û ev yek tenê ji ber tembelîyê ye û ne sûcê Hirçoka min e. Lê ez ê hewl bidim xwe bigorim, bi taybetî ji bo Jîndikê. Ji ber ku ev blog berê her tiştî ji bo wê ye, lê helbet ji bo heyranên wê ye jî.

Keça me niha bûye hema hema 17 mehenî û gelek tiştan fêm dike. Bi zimanê rojane hema hema hem bi kurdî hem bi swêdî her tiştî fêm dike. Gelo ev yek çawa mimkun e? Xwezî me bikaribûya mêjî û fikrên van mirovên biçûk baştir nas bikirana.

Hûn dîsa bi xêr hatin bloga me!

Wednesday, November 25, 2009

Hirçok bi kurdî gixînî dikir

"Li gor lêkolîneke nû, zarokên gelek biçûk ne bes dikarin dengê dê û bavê xwe ji hev veqetînin, her wiha ew bi zimanê xwe yê zikmakî gixînî jî dikin. Lêkolînerên ku li Almanya û Fransayê gixînî, qîjîn û giriyê zarokan dane ber hev gihîştine vê encamê.

Di navbera vê encamê û zanyariyên ku heta niha di vî warî de dihatin zanîn de cawaziyên girîng hene. Heta niha dihat zanîn ku zimanê zarokên nûzayî ango bebekan zimanekî navneteweyî ye, lê ev lêkolîn vê yekê pûç dike."

Balkêş e, ne wusa? Li vir zêdetir bixwînin: Azadîya welat.

Tuesday, November 24, 2009

Jînda ne tenê navekî kurdî ye

Wê rojê dema ez li kar bûm, pirsek di serê min de peyda bû: Gelo, mane an wateya "Jînda"yê ji bilî kurdî, di zimanên din heye? Min di malpera google de ”Jînda” nivisî û pêla ”bigere” kir. Derket holê ku Jînda her weha bi urdû navê keçikan e û tê heman wateyê. Û bi zimanê xelkê berê yê Australyayê tê wateya xwişk an xweng. Wusa xuyaye ku, cîhan bi qasî ku em difikir in mezin nîne.

Tuesday, November 17, 2009

Jînda xwe ji bo zivistana Swêdê amade dike


Roj, heftê û heyvên me zû derbas dibin. Em ji payizêka xweş hêdî hêdî ber bi zivistanê ve diçin. Lê li vir hewa çiqes sar bibe jî zarok her tim li der ve ne. Bi swêdî gotinek heye ku dibêje ”Tu hewayeke xirab tune, lê bes cilên xirab hene”. Li Swêdê hin zarokxane hene ku li der ve çiqas sar be jî xem nake, her dem zarokan derdixin der ve.

Dawîya hefteyê dema ku baran bibare jî em bi Jîndayê re derdikevin der ve, ji ber ku ew li malê aciz dibe. Ka em binêrin em ê zivistana Swêdê çawan derbas bikin. Li Swêdê, li derdora Stokholmê carina dereceya hewayê dadikeve heta -15an.. Gelo, Jînda wê demê jî dê bixwaze derkeve der ve?

Sunday, October 25, 2009

Jînda cara pêşî nexweş ket

Micke li nexweşxaneyê hewl dide ku bi Jîndikê re bilîze bo ku kêf xweş bibe.


Yek ji sebebên ku ez di van rojên dawî de di blogê de pir aktîf nebûme ew e ku çend roj li pey hatina me ya Stockholmê Jîndik nexweş ket. Agirê wê bilind bû, zik û rovîyên wê şoreş kirin. Em sê caran çûn acîlê û paşta hatin bê ku doktoran dikaribûn bêjin ka nexweşîya wê çi ye. Heft roj wusa derbas bûn û piştî nexweşîya pêşî Hirçokê îcar serma girt, lê niha baş bûye.

Wednesday, October 21, 2009

Silav Stockholm!




Ji germîya Diyarbekirê em vegerîyan sermeya Stockholmê. Êdî me fîstan û t-shirtên Jîndikê rakirin, ji ber ku niha li vir bê lepik, kum û cilên zivistanê nabe. Lê ji Jînda pirtir ez bi vê nerehet im. Ji bo Jîndayê xem nake. Ew li malê dîsa jî diçe ber derî û der ve nîşan dide ku dixwaze derkeve û di nav qumê de bilîze.

Bye bye Kurdistan!

Hirçoka me ji cîyê dayikbûna min, ji Diyarbekirê, vegerîyayê cîyê xwe yê dayikbûnê, Stockholmê. Ev wêneyê me yê dawî ye ji Diyarbekirê. Ez û Jînda di balafirê de ne û di serê min de fikrên cuda çerx dibûn. Kêfxweşî, lê her weha xemgînî jî. Ji ber ku min dizanibû ku em ê vegerin ser jiyana xwe ya bi rutînên rojane, wek mînak ez her roj sibê zû diçim kar û êvarê têm. Vê sibê dema ez derketim (07.30) Jînda hîn di xewê de bû û vê êvarê dema ez hatim (19.15) Jîndik raketibû. Min îro çavên wê yên belek nedîtin...

Sunday, October 4, 2009

Jînda êdî dikare gavên xwe bavêje

Jînda bi hevalê me Zekî re

Hefta berê, dema hevalê me Zekî ji Stenbolê hatibû Amedê, Jînda gava xwe ya pêşî avêt. Wê demê em li malê bûn. Zekî û Micke bi Jîndikê re dilîstin û min firaq dişuştin. Ji nişka va min dengê kenekî bilind bihîst. Tu nebejî ku Jîndayê gava xwe ya pêşî avetibû.

Edî tiştek nikare pêşiya vê keçikê bigire. Dunya li ber lingên wê ye. Pîroz be Jîndika min!