Tuesday, August 18, 2009

Em amade ne bo çûna Amedê

Me biletên xwe yên bo çûna Amedê kirîne û niha em rojên xwe dijmêrin. Îro tam du hefte man e ku em bi rê bikevin. Ez bi kêf im, lê her weha bi heycan im jî. Çima bi heyecan im? Ji ber ku difikirim, gelo Jîndika me dê di balafirê de rehet bike an jî ji dayik û bavê xwe re probleman derxe? Û keça min dê ji bajarê ku dîya xwe lê hatiye dunyayê hez bike ya na? Dê nexweş bikeve ya na? Pirsên min pir in, lê baştir e ku ez hewl bidim ku tiştên weha nefikirin…


Ji niha ve tiştên xweş ku dilê min germ dikin jî tên heşên min. Bo nimûne, ji niha ve ez texmîn dikim ku çawa hevalên min ên li Amedê dê li derdora Jîndikê bicivin, wê hemêz bikin û ji wê hez bikin. Li gor dê û bavê min Jîndik bi saya bloga xwe li Amedê jî navdar e. Li wir jî hezkiriyên wê hene û ez bi vê kêf xweş im.

No comments:

Post a Comment