Wednesday, August 12, 2009

Lêdan tu car nayê qabulkirin

Îsal, li Swêdê, 30-saliya qanûna li dijî lêdana zarokan tê pîroz kirin. Ev qanûn xwezî li her derê dunyayê hebûna û xwezî dê û bav û mezinên din hemû li gor vê yekê hereket bikirina. Zarokmezinkirin dikare gelek zehmet bibe. Ez bi xwe dema mezinkirina zarok rojên ne xweş jîyame. Dema Jînda nû hatibû dinyayê û kolîka wê (zikêş) hebû, ew bi saetan digiriya. Carinan ez ji bêçarî dîn dibûm. Lê ku mirov biryar daye ku mirov zarok dixwaze, divê mirov berpisyarîya vê jî bigire, hem di rojên xweş û ne xweş de. Û berpisyarî lêdan nîne, evîn û hurmet e.

1 comment:

  1. “Bi lêxistin û lêdan zarok fêrdibe ziman”
    http://zinarala.wordpress.com/2008/08/16/goya-bi-lexistin-u-ledan-zarok-ferdibe-ziman-vidyo/

    ReplyDelete