Tuesday, January 19, 2010

Hirçok vegerîya bloga xwe

Demeke dirêj e ku min di blogê de nenivîsîye û ev yek tenê ji ber tembelîyê ye û ne sûcê Hirçoka min e. Lê ez ê hewl bidim xwe bigorim, bi taybetî ji bo Jîndikê. Ji ber ku ev blog berê her tiştî ji bo wê ye, lê helbet ji bo heyranên wê ye jî.

Keça me niha bûye hema hema 17 mehenî û gelek tiştan fêm dike. Bi zimanê rojane hema hema hem bi kurdî hem bi swêdî her tiştî fêm dike. Gelo ev yek çawa mimkun e? Xwezî me bikaribûya mêjî û fikrên van mirovên biçûk baştir nas bikirana.

Hûn dîsa bi xêr hatin bloga me!

1 comment:

  1. Nabe nabe Şîlan nabe,
    dûrbûna te ji Hirçokê wisa nabe.

    Gelek maç ji Madrîdê.

    ReplyDelete