Thursday, May 7, 2009

Zarokên piçûk û tav

Li Swêdê heta ku zarok dibin 2-salî vîtamîna D dixwin. Sebeb jî ew e ku li vir zarok têra xwe tavê nabînin û loma li ba wan kêmasîya vîtamîna D peyda dibe. Lê niha bihar giheştîyê ba me jî û êdî zarokên me jî dikarin piçekî tav û ronahîyê bibînin. Çi xweş e! Lê encama lêkolînê van fikrên min piştrast nake û dibêje: ”Divê sala pêşî zarok qet di bin tavê de nemînin”. Gelo, ev yek ne durûtî ye?


Ez fêm dikim, bebîşeka heşt mehenî ya mîna Jîndayê divê şilt û tazî di bin rojê de nemîne. Lê ku ez çermê wê bi cilan biparêzim, ez bawer nakim ku zerara tavê ji wê re hebe.


Agahî û balkişandina lêkolîneran carinan dê û bavan gelek dudil dike. Wek mînak, wê rojê dema em bi hevalên Jîndayê re çûbûn seyranê, dê û bavên zarokên pênc, şeş mehenî bi tirs bûn. Helbet kes naxwaze xwe mîna dayikeke xirab nîşan bide, loma gelek zarok tenê di bin şemsîyeya tavê de man. Lê carinan divê mirov guhdarîya aqilê xwe jî bike. Welle, min fotêrek da ser serê Jîndayê û wê bi kêfxweşî di bin tirêjên rojê de dilîst.

No comments:

Post a Comment