Friday, January 30, 2009

Perwerdekirina zarokan...

Hevalê min Beşîr duhî ji min re e-nameyek bi rê kiribû:

“Xwedê hirçoka te ji te re bihêle. Hêvîdar im hûn gelek salên xweş, bê derd û bela bi hev re derbas bikin. Lê eger di pêşerojê de Jînda mezin bû û kete temenê bêhariyê (an temenê lidijderketinê) metodeke pir baş ku tu dikarî pêk bînî heye (li wêneye dîyar e). Daxwaz ew e ku pêwîstiya te bi tiştekî wiha qet çênebe, lê eger hat û tu mecbûr bûyî tenê yek carê bi kar anîna vê metodê her tiştî hal dike. Paşê Jînda wê herdemê bi ya te bike.”

Ez niha baştir fêm dikim çima civata me ewqas tijî şidet e :)


Dê û bavê min çawan dikirin?

Ez li ber mala me ya Amedê di salên 70î de

Ez di sala 1978ê de li Amedê li malê hatim dinyayê ji ber ku çaxe bawerîya dîya min bi nexweşxaneyê tune bû. Sê sal berê vê, 2006, dema ez bi dê û bavê xwe re çûm Amedê dîya min mala ku ez lê çêbûme nîşanê min de, xanîyekî kevn yê di nav bedana bajêr de bû (Hûn di fotoyê de dibînin).


Derfetên wê çaxê qet ne wek yên îro bûn û ez carina difikrim dê û bavê min çawa dikir.

Niha, wek mînak, ku agirê Jîndayê hebe an dema ew bê sebebekê dîyarkirî qîjê qîj dike û li ba min tirsek peyda dibe ez hema di înternetê de lê digerim ka êşa wê dikare çi be.


Her weha li Swêdê tiştek bi navê Sjukvårdsupplysningen (Agahîyên lênêrîna nexweşan) heye: 24 saet vekirîye û tu kengê bixwazî tu dikarî telefonê wan bikî û behsa nexweşîya zaroka xwe bikî. Mêrê min, Micke, li ba wan bûye mişterîyekî daîmî, bi taybetî di wan hefteyên pêşî de te digot qey her tim telefona wan dikir.


Lê dê û bavê min çi dikir? Li Kurdistanê rewşa gundîyên me hîn xirabtir bû, gelo wan çi dikir?

Min ji dîya xwe pirsî, ji ber ku ez dizanim ew pirtir li ber me bû:

– Pîrên me hebûn û wan hertişt dizanibû ji ber ku tecrubeyên wan hebûn.

Ev dikare rast be, lê ez ji niha ve dizanim ku zanyarîya wan her tim ne rast bû.


Dema Jînda çêbû, wezîfeya (peywira) herî mezin ya dê û xaltîya min germgirtina Jîndayê bû.

Her tim dixwestin bi 2-3 betanîyên ser wê bigirim û ez carina dîn dibûm ji ber ku ji xwe havîn bû, germ bû! Ev germgirtina zêde ji ku tê? Ji pîrên me! Helbet zarokên piçûk divê germ bin, lê rastî ev e ku pir germbûyin hîn xirabtir e, ku ev dikare bibe sedema mirina nepayî ya zarokan.


Lê tu dê çawa vê yekê hînê dîya xwe bikî, bê ku tu wê xemgîn bikî? An jî bê ku ez bi xwe biqeherim? Welle, ew rojên pêşî piçek zehmet bûn lê niha ez û dîya xwe em gelek baş li hev dikin di vî warî de, ji ber k u ez dizanim her tiştê min jî rast nîne. Wê sê zarok mezin kirine û helbet gelek tecrubeyên wê hene.


Thursday, January 29, 2009

Civatên modern û rehetî

Her mehê dema meaşê me tê, ez û Micke em diçin dikanek mezin û ji bo hefteyên pêş me xwarinê dikirin. Îro rojek wusa bû. Û îcar tiştek gelek eşkere bû: li civatên modern jîyan gelek rehet e. Ji bo rehetbûna xelkê her tişt hatîye kifş û amade kirin. Wek mînak ev erebeyên mişterîyan. Li ser wan kursîyek ji bo zarokan hatîye danîn.


Dema ez û Micke di naf refan de li dû şîr, hêk, mirîşk û tiştên din bûn Jînda xanim di kursîya xwe de li kêfa xwe mêze dikir. Ev yek ji bo dê û bavan gelek rehet e. Ewqas rehet e ku em hatin xepandin û ji bilî tiştên pêwîst her weha me gelek tiştên nepêwîst jî kirin.

Hirçok û world wide web


Hirçoka me ji niha ve di rûpelên rojnameyan de heye:

http://lotikxane.com/

http://www.amude.net

http://diljen.com/


http://www.avestakurd.net/


http://nasname.com/

Hevalên nuh

Jînda hema hema her roj hevalên nuh çê dike, duhî dîsa rojek wusa bû. Stêrka duhî, ji bilî Jînda, Evan bû. Evan can ji hirçokê biçûktir e (2 heyv) û bebîşek aram e, bi kêmasî duhî wusa xuya dikir ji ber ku Evan raket û raket. Lê dayika wî, Hediye Güzel, dibêje ku rojên Evan yên fingirdekî jî hene. Maçên mezin ji we re!

Wednesday, January 28, 2009

Hin mêr baş in ;)

Morgan Olofsson, şefê nûçeyên Rapportê li TVyê Swêdê, biryar daya ku salek kar neke û di dewsa kar de li kurê xwe binêre:

"Ez bawer im ku hevkarên min dê ferq bikin ku peydakirina şefekî/a nuh, dê ji peydakirina bavekî nuh ji bo kurê min hêsantir bibe", got Morgan Olfosson dema ku hinan ji biryara wî guman kir. Xwezî pirtir mêr di fikra wî de bûna.

Tuesday, January 27, 2009

Rojek tevtijî

Hirçoka me îşev têr raket, bi tenê carekê şîyar bû û ew jî ji bo min dîyarîyeke xweş bû. Dê û bavên din dizanin ez çi dibêjim: Bêxewmayin bi rastî zehmet e. Ez tenê 30 salî me, van şevên bêxew porê min spî nekirine lê weşandine. Porê min kêm maye! Û her çiqas ku temenê min ciwan (genc) e jî ez carna bawer dikim ku nexweşiya jibîrkirinê (bi swêdî demens, îngîlîzî dementia) li ba min heye. Ev mêrata bêxewmayinê tiştên ecêb bi serê laşê mirov de tîne.


Her çi be, piştî şeveka xweş, piştî taştê, Jîndîk û ez, li cîyek nêze mala, em çûn masaja zarokan. Min 30 deqe mil û zikê wê xweş û nermik mist da. Xwezîka Jîndayê jî heman tişt bi min bikira. Li dû masajeke ewqas xweş bêguman hirçok raket. Dema ew radikeve ez jî hewl didim ku rakevim.


Grûba dayikan

Piştî nivro jî min Maria, hevaleka xwe ya ji grûba dayikan, û keça wê dîtin. Em nêzî saetekê li derva, di ±00C de meşîyan û dûra me çayek vexwar. Grûba dayikan ji alîyê ciyê lênêrîna zarokan, bi swêdî barnavårdcentral (BVC) ve tê bi rê ve birin. Armanca avakirina vê grûbê ew e ku dayik bikaribin dayikên din nas bikin û tecrube û dîtin xwe bi hev re par ve bikin. Di grûba min de em 9 dayik in, hemû vê havînê zarokên xwe anîn dinyayê û em 3-4 hefteyan carekê hevûdu dibînin. Her gav jî ebeyek bi me re ye û bersiva pirsên me dide.


Saat niha 22.00an derbas bû û hirçok dîsa raket, lê îcar xewa min nayê û bavê Jîndayê hîn li cîyê kar e. Ezê hewl bidim ku bersiva e-nameyên xwendvanên bloga xwe bidim. Gelek spas ji bo gotinên we yên şîrîn, ez pê pir kêf xweş dibim. Hûn her hebin! Dîsa spas ji we re!

Dema Jînda nikare rakeve ez çi dikim?

Dema Jînda nikare rakeve, ez rûyê xwe nêzî gumên wê yên nermik dikim. Ew bi nefesa min emîn dibe û radikeve. Ez jî bi bêhna wê aram dibim û pir caran xewa min jî tê.

Monday, January 26, 2009

Êdî çîkolata ji min re qedexe ye

Demek berê, dema şîrê min kêm bû, min dest bi şîrê hazir kir ji bo Jîndayê. Lê xatûnê hema nerazîbûna xwe nîşan da û dest bi girî û qîrînê kir. Em şaşmayî man, ji ber ku bê wî şîrê amade tu çare tunebû ku zikê Jîndayê têr be. Lê pişt hefteyekê bi qîrînên wê em çûn nexweşxaneyê. Li wir hat gotin ku belkî alerjîya Jîndayê li hember şîrê mangan heye, an ez bêjim li hember proteîna wê.


Em îro çûn ba doktor. Li wir test kirin û şikir alerjî nebû, lê mixabin şîr li Jîndayê nayê. Bi swêdî jê re dibêjin ”intolerans”a li hember şîr. Loma ji hirçokê re êdî şîrê bi proteîna mangan qedexe ye. Doktor jê re reçetek nivîsî û êdî Jînda dê şîrekî teybet vexwe.


Lê problema herî mezin, heta ku ez wê dimêjînim, ez jî nikarim tiştekî bi şîr bixwim an vexwim: penîr, çîkolata, mast, pasteyên biqeymax û her wekê din ji min re qedexe ne.


Wek min berê gotibû: her tişt, her tim ne hêsan e. Lê ev jî problemên biçûk in.

”Jînda ji niha ve derd û êşa miletekî dikşîne…”

Wê rojê min di kovarekê de xwend ku îngîlîz êdî stranên kevn û adetî yên zarokan ji zarokên xwe re nabêjin, êdî stranên modern bûne hezkirî, û di rêza yekem ya lîsteya Îngiltereyê ya stranên ku dê û bav ji bo zarokên xwe dibêjin dema wan dikin xew strana Patience with koma Take That heye li gor vê kovarê. Di rêza 5an de stranbêjek ku ez gelek jê hez dikim heye: Elvis Presley bi strana Love me tender.


Dema Jînda di zikê min de bû min gelek caran stranên Elvis ji wê re digotin, ez hîn jî dibêjim. Her weha ez gelek stranên kurdî jî ji we re dibêjim, lê ev stran piranî stranên sîyasî û şoreşgerîyê ne, wek mînak Ez xortê kurd im, Lê dayê ez gerîla me an jî Xerîb im.


Wê rojê Micke, bavê Jînda, bi nîv henekî û nîv cidî got:

”Feqirê, ji niha ve Jînda dê derd û êşa miletekî bikşîne…”.


Belê rast e, lê ez bi xwe bi van stranan mezin bûm e û psîkolojîya min an ya birayên min xirab nebûye. Ew rastîyekê ji jiyana me tînin zimên, lê elbet ez dixwazim stranên teybet ên ji bo zarokan jî hîn bibim.

Gelo, ez dikarim wan ji ku peyda bikim? Hûn dikarin alîkarîya min bikin?

Sunday, January 25, 2009

Carinan tiştên biçûk jî jiyanê xweş dikin

Sînema
Sibe roja duşemîyê ye û hefteyek nuh dest pê dike.

Ev hefteya derbasbûyî bi awayekî xweş ber bi dawî hat. Roja înê, pişt nîvro, dîya min (pîrika Jînda) hat mala me ji ber ku çend roj berê ji me re gotibû: “Ku hûn bixwazin ez dikarim li ber Jîndayê bimînim û hûn (yanê ez û Micke, bavê Jînda) dikarin bi hev re derkevin kêfê”.


Me biryar da ku em biçin sînemayê, filîmê Australia. Me tam bîletên xwe kiribûn, min dît ku dîya min telefonê min kir. Got dema ku hûn çûne û heta niha Jînda li duh we qîjeqîjê dike. Oyy! dengê wê çawa dihat di telefonê de! Gunehê me pê hat û wek du zarokên piçûk ku şekirê xwe wenda kiriye em herdu vegerîyan malê. Helbet hirçoka me bi hatina me kêfxweş bû. Xwedêyo, ev zarok çiqes nazik e!


Şahî

Roja din, yanê duhî, ez ê biçûma şahîya rojbûna hevala xwe Evîn Çetînê û Micke dê biçûya kar. Lê tirsa min hebû ku Jîndî dê dîsa alîyê xwe yê naz nişan bida. Lê baş bû ku wusa nebû. Ez bi birayê xwe Arjen û jinbira xwe Jiyanê (ku her weha hevala min e) re çûm şahîha Evîna me. Jînda jî li malê li ba pîrika xwe ma. Pîrika wê jê re pirtûk xwend û zû raza. Min jî bi hevalên xwe re şeveke pir xweş derbas kir.

Ma kî dibêje dema ku zarokên mirov çêdibin jiyan diqede? Bi alîkarîya malbata me, canên me, her tişt mimkun e. Spas ji bo ku hûn di jiyana me de hene, wateyeka mezin ya alîkarîya we ji bo me heye. Spas ji we re.


Kêfa malbatî

Vê sibê zû dîya min çû Västeråsê, man Micke, Jînda û ez. Roja me gelek xweş derbas bû. Em çend saet raketin. paşê em derketin derva û meşîyan. Dema ku em vegeriyan malê me bi hev re lîst. Her tişt bi ken û evîn. Carna tiştên piçûk jî jiyanê xweş dikin.


Dîya min Sabiha û Jînda bi hev re kêf dikin

Saturday, January 24, 2009

Hirçoka min hatîye dinyayê


Roja herê dawî ya havînê, piştî 24 saat ji sancîyan, hirçoka me, delala me, Jînda, li nexweşxaneya Danderyd li Stockholmê hat dinyayê. Bebîşek şîrîn wekê şekir bû û ji deqa pêşî jiyana me hejand.

Şîretên hevalan
Lê wan heyvên berê ku Jînda çêbe, nas û hevalên me hewl dan ku gelek şîretên baş li me bikin ji bo ku dema me ya dawî bêzarok dê baş derbas bibûya. Lê şîretên wan ji min re wek hişyarîyê dihatin. Te digot qey dema ku zarok çêdibe êdî jiyan diqede! Lê min guh neda wan “hişyarîyan” û min ji zikê xwe yê mezin tenê kêf digirt û min di derbarê hirçoka xwe de xeyalên mezin çêdikirin.

Miroveka li pêş her tiştî
Lê du heftê berê zarokanînê tirsek li ba min peyda bû. Gelo, eceb gotinên hevalên min rast bûn…? Bi rastî jî dê jiyana min bi awayekî xirab bihata guhertin? Ji ber ku heta wê rojê min tu car xwe bi sînor hîs nekiribû. Lê niha min fêm kir ku di jiyana min de dê miroveka din hebe û ew dê li pêş her tiştî be. Û min ji xwe pirsî, gelo, ez û egoya min ji bo vê yekê amade ne?

Xwarin û bêxewnmayina min
Lê dema ku “Jîndik”a me hat dinyayê, tu tişt wekî ku min taswas dikir çênebû: Pir caran min xwarina xwe ya nîvro û êvarê li tiwaletê xwar (ez henek nakim) ji ber ku hirçoka me tenê li ser ciyê xwe yê paçguhertine bê deng bû, ango li wir rehet dikir. Min nizanibû ku bêxewmayin ewqas zehmet bû û her weha min nizanîbû ku aştkirina zarokên bi kolîk carina ne mimkun e. Min di 30 salîya xwe de xwe wekê yeka 60 salî hîs dikir! Û di wan hefteyên pêşî de hêsirên (rondik) min bi qasî kenên min pir bûn.

Evîneke bêsînor

Bi kurt û kurmancî ez dikarim bêjim ku di wê roja dawî ya havînê de jiyana min gelek hat guhertin. Min berê nizanibû ku mirov dikare ewqas pir ji yekê hez bike, evîna min ya ji bo wê dê tu car neqede. Lê min niha ev yeka han baş fêm kiriye.

Kenê Jîndayê gelek caran ji min re bes e. Ew kêf û hêzê dide jiyana min. Dema ku ew li ba min dirêj dibe û heyran heyran li min mêze dike û dikene ez hemû problem û barên giran ên vê dinyayê jibîr dikim.