Saturday, May 30, 2009

Tiştek ji sibehê re namîne

Marcus Birro, helbestvanê swêdî-îtalyanî ku nu bûye bav ev rêzên xweş di bloga xwe de nivisîne:


”Dema ku mirov dibe xwedî zarok tiştek ji sibehê re namîne. Ez naxwazim ev sanîye, ev deqe û ev çarîka xulxulîyan û çavên zivironek ji dest min herin. Ez naxwazim ji wê bêhna xweş ya ezmanî ku ji çerm tê bibim.”

Wednesday, May 27, 2009

Di nav kefçî û beroşan de


Lîstokên Jînda yên gelek xweşik hene. Her çiqes ku em lîstokên xweşik ên renga-reng didin ber wê jî, lê ev hirçoka me naxwaze bi van bilîze. Favorîyên wê tiştên teknîkî ne, wek mînak telefona destan û komandoya TVyê. Carinan tiştên metbaxê jî, wek mînak kêr, kefçî û beroşên mezin bala wê dikşînin.


Zarok di vî warî de gelek balkêş in. Ew qet mîna mezinan nafikirin. Ji ber ku hîn fêr nebûne ku daxwaz û tevgerên xwe li gor daxwaza an jî bandora civakê eyar bikin. Xema wan nîne ku li gor civatê çi xweş e an ne. Loma niha Hirçoka me li gor meraq û hewesa xwe azad dijî. Lê di nav çend salan de, mixaben, Jîndika me jî dê bêje: ”Dayê ji wê lîsoka teybet ji min re jî bikire, hevalên min hemûyan kirrîye”.

Thursday, May 21, 2009

Meraqeka bê sînor

Ez gelek caran ecêbmayî dibînim dema ku ez çavdêrîya Hirçoka xwe dikim. Jînda her tiştî meraq dike. Ji bo wê, her tişt balkêş e. Ji avê bigire heta fîşên dirêj û lîstokên gilover. Dema ku ez vê meraqa wê dibînim, ez mest dibim. Mîna ku ew her tim birçîya kifşkirinê be. Tiştan bi meraqeka mezin dike destên xwe, di destên xwe de dizivirîne, diguvêşe, dixwaze tam bike.


Dema ez li wê mêze dikim, ez carina xwe gelek pîr hîs dikim. Mîna ku meraqa min sar bûye û ez ji gelek tiştan têr bûme. Lê ev Hirçoka rindik meraqa min ji nûh ve şîyar kiriye û ez dixwazim ji nûh ve dunyaya me kifş bikim.

Tuesday, May 19, 2009

Delaleka amedî

Mamoste Îsmaîl, Behlul Zelal, ji Amedê ji me re e-nameyek şandîye û behsa Hirçoka xwe Delalê dike:


”Merhaba hevala Şîlan,

Tu xwediya hirçokekê yî. Me jî hirçokeka xwe dît, nola ku mirov di rê de bibîne. Navê hirçoka me Delal e. Delal bi rastî jî delal e. Dîya wê, bavê wê, birayên wê Firat û Rûbar pir hez ji wê dikin. Ku tu rojekê werî Kurdistanê, bajarê Amedê bila hirçoka te û hirçoka me - delala me - bibin heval. Ne tenê Hirçoka te û Delal, bila hemû zarokên cihanê bibin heval û bira”.


Gelek spas ji bo van rêzên te yên xweş. Em li payîzê tên Amedê û helbet Jînda û Delal dê bibin hevalên hev.

Monday, May 18, 2009

Rojên min hindik man

10 rojên din ez dest bi kar dikim. Pişt 9 heyvan ez ê êdî her roj bi saetan, bi Hirçoka xwe, delala xwe re rojên xwe parve nekim. Hevalên min carinan dibêjin: ”Şîlan, tu şev û roj bi Jîndayê re mijûl î, gelo, tu carinan eciz nabî?”. Elbet ez carinan diwestim, lê min qet rojekê negotîye, bila ev rojên min ên bi Jîndayê re zû derbas bibin. Tam berevajî: ez qet naxwazim ku ev rojan xilas bibin. Lê niha hindik ma… Piştî 1ê hezîranê bavê Jîndayê, Micke, dê heta serêsalê li wê binêre û ez dîsa dest bi kar dikim. Loma Micke ji niha ve li malê ye ku Jînda hîne wî bibe.


Duhî ez cara pêşî, piştî hema hema 9 heyvan, şevekê bê Jîndayê raketim. Ez di oda mêvanan de bûm û tenê Micke bi wê re eleqe dibû. Min xewa xwe têr girt û Jînda û Micke gavek din nêzî hev bûn.

Thursday, May 7, 2009

Zarokên piçûk û tav

Li Swêdê heta ku zarok dibin 2-salî vîtamîna D dixwin. Sebeb jî ew e ku li vir zarok têra xwe tavê nabînin û loma li ba wan kêmasîya vîtamîna D peyda dibe. Lê niha bihar giheştîyê ba me jî û êdî zarokên me jî dikarin piçekî tav û ronahîyê bibînin. Çi xweş e! Lê encama lêkolînê van fikrên min piştrast nake û dibêje: ”Divê sala pêşî zarok qet di bin tavê de nemînin”. Gelo, ev yek ne durûtî ye?


Ez fêm dikim, bebîşeka heşt mehenî ya mîna Jîndayê divê şilt û tazî di bin rojê de nemîne. Lê ku ez çermê wê bi cilan biparêzim, ez bawer nakim ku zerara tavê ji wê re hebe.


Agahî û balkişandina lêkolîneran carinan dê û bavan gelek dudil dike. Wek mînak, wê rojê dema em bi hevalên Jîndayê re çûbûn seyranê, dê û bavên zarokên pênc, şeş mehenî bi tirs bûn. Helbet kes naxwaze xwe mîna dayikeke xirab nîşan bide, loma gelek zarok tenê di bin şemsîyeya tavê de man. Lê carinan divê mirov guhdarîya aqilê xwe jî bike. Welle, min fotêrek da ser serê Jîndayê û wê bi kêfxweşî di bin tirêjên rojê de dilîst.