Tuesday, September 29, 2009

Leyla li ku ye?


Wêneyê Leylayê li Diyarbekirê li gelek cihan hatiye daliqandin. Her gava ku ez wêneyê wê keça rûken dibînim dilê min pê diêşe û ez Hirçoka xwe careka ekstra (zêdetir) maç dikim.

Li dunyayê bi hezarên zarokên wendabûyî hene. Gelo, çi bi serê van zarokên ha de tê?
Hin ji wan ji alîye nasekî/a wan ve tên revandin, wek mînak ji alîye dê an bavê ku ji hev veqetîyane. Dema ku em biçûk bûn, bûyereke weha bi serê du hevalên min de hat, lê paşê herdû jî paş de hatin mala xwe.

Ez nikarim bifikirim ku rojekê Jînda ji min bê veqetandin. Ez ne bawer im ku di jiyanê de ji vê xirabtir kabûsek hebe. Hêvî dikim ku Leyla can dê di demek nêz de paş de vegere nav hezkiriyên xwe..

Friday, September 25, 2009

Jînda li Dibistana Medya


Jînda dersa xwe ya pêşî dît. Ev yek li dibistaneka kurdî, li pola Cigerxwîn li mala mamoste Medya pêk hat. Mamoste Medya keçeka amedî ya 9 salî ye ku bi înîsiyatîfa xwe di mala xwe de dersên kurdî dide hevalên xwe.

Dema min Medya dît, ez hem gelekî kêfxweş û hem jî xemgîn bûm. Kêfxweşîya min ji ber jêhatî û zîrekbûna wê bû. Lê xemgînya min jî ji wê yekê bû ku bikaranîna mafekî mirovî yê bingehîn yê wek mafê ziman diviyabû li welatê min azad bûya. Diviya zarokên kurd li dibistanan ev maf bi kar bianiyana û zimanê xwe hîn bibûyana û ev peywir (wezîfe) neketa stuyê zarokeka wek Medya ya 9 salî û Medya û zarokên din di rewşeka weha de mezin nebûna.


Xwezî Medya zarokatîya xwe bi tiştên şîrîntîr tijî bikira, ne bi têkoşîna hebûna xwe. Ev barê ku Medya hildaye ser milê xwe barekî pîroz e, lê ji bo zarokeka 9 salî pir giran e. Medyayê digot: ”Zimanê min hebûna min e, hebûna me hemûyan e”.

Wednesday, September 23, 2009

Cejna we pîroz be!

Belê, ez piçekî dereng mam lê dîsa jî cejna we pîroz be! Min cara pêşî pîrozkirina cejna remazanê li welêt dît. Çi coş bû! Li her kuçeyî zarok bi cilên xwe yên herî xweşik digerîyan û şekir dixwastin. Xelk bi hevûdu re germ bû. Mala herkesî ji mêvanan re vekirî bû. Ev hemû tişt pîrozkirina noelê ya li Swêdê tine bîra mirov, ji bilî ku hewaya vira germ e.

Ez, Micke û Jînda em çûn mala pisman û dotmamên xwe yên li Sêwregê (Sîverek). Sê roj me ji bilî xwarin, şekir, loqim, çîkolete, çay û qehwe tiştek nedît.

Lê şekira herî mezin Hirçoka me bû. Ew stêrka remezanê bû û pismam, dotmam û zarokên wan li derdora wê de cerx dibûn. Di destpêkê de xerîbî dikişand lê paşê ji vê balkişandinê ser xwe kêfxweş bû.

Tuesday, September 22, 2009

Li her derê dergûş

Min berê ji we re gotbû ku em li van deranli kafê û lokanteyan kursîyên zarokan nabînin, lê min tiştekî nuh kifş kir. Li gelek cihan dergûş (landik) hene! Wusa xuyaye ku dê û bav li vir dereng diçin xwarinê (derdikevin dervayê) ango dema ku zarok raketine. Wê caxê bi mentix e ku di dewsa kursîyan de dergûş hene. Xwezîya herdu hebûna. Lê hirçoka me ji dergûşê jî hez kir

Sunday, September 20, 2009

Azadiya Welat


Hirçoka min bi saya karê dêya xwe gelek cî û sazîyên Diyarbekirê dibîne.
Îcar rojnameya Azadiya Welat jî dît. Azadiya Welat yekem rojnameya kurdî ya rojane ye li Bakur. Hirçok li ser maseya redaktor rûnişt û çend gotin kirin, mîna rojnamavan an sîyasetmedarekî ku rewşa sîyasî şirove dike. Lê mixaben ez hîn jî zimanê Jîndikê fêm nakim. Û bila keça min hîn çend salên din nekeve nav pirsên sîyasî. Bila zarokatîya xwe bijî.

Li vir gelek zarok zarokatîya xwe najîn. Ew derdên mezinan gelek zû dikşînin. Divê zarok zaroktiya xwe bijîn. Jixwe ew dê di temenê xwe yê salmeziniyê de tûşî gelek pirsgirêkan werin. Bila heta çend salan problema Hirçokê ya herî mezin peydakirina şekir bibe û ne peydakirina mafên ku hatine binpêkirin.

Saturday, September 19, 2009

Jînda li pey berxikan e


Ji bo ku dê Jîndik di nêz de bikaribe bimeşe, em hewl didin ku meraqa wê ya meşê bilind bikin. Niha bavê wê lîstikek nuh kifş kirîye ku Jînda gelek jê hez dike. Micke berxikên rengareng datîne ser qenepeyê. Jînda di navbera wan de dimeşe û wan yek û yek kom dike. Bi vî rengî him meşê temrîn dike û him jî zewqa meşê tam dike. Dema biserketî dibe, dikene û di cî de dîlanê dike. Hindik maye ku Jînda gava xwe ya pêşîyê bavêje.

Friday, September 18, 2009

Çend zarokên Amedê

Min ev wêne li ber mala me ya berê kişand, li taxa Camlica li navenda Diyarbekirê. Li wan deran gelek rê û avahî hene lê mixabên cîyên teybet yên ji bo lîstîka zarokan kêm in. Lê fantasîya zarokan bêsinor e û ji xwe re cîyê lîstokê dibînin.

Li vir çend lawik çûne ser traktorekê ku yekî li ser rê park kiriye û ji xwe re kêf dikin. Ez piçekî bi wan re peyivîm. Wan got ”Em rola gundîyan dilîzin”. Lawikê ku traktorê dajo got: ”Ez axa me, yên dawî jî karkerên min in”.

Her çiqes ku navenda bajêr ji bo zarokan nehatîye çêkirin, wek piranîya navendên bajarên dunyayê, zarok û fikrên wan bêsinor in û ez bi vê yekê kêfxweş dibim.

Arjen hat serdana Jîndayê

Hevalê me Cahit, ku malbata wî ji Muşê ye lê ji ber şewitandina gundê wan mala xwe anîye Amedê, wê rojê bi lawê xwe Arjen re hat mala me. Jînda bi vê yekê gelek kêfxweş bû. Wek min berê jî gotibû Jînda kêm caran diçe ba mezinan, lê ji zarokan gelek hez dike. Arjen, ku nêzî 4 salî ye, her çiqes ku ji Jîndayê mezintir bibe jî, wan bi hev re pir xweşik lîst.

Hirçok çû serdana şarêdarê Sûrê Abdullah Demirbaş


Belkî hûn dizanin, ez ji bo kar hatime Amedê, ez ê li ser pirsa kurd çend raporên cuda amade bikim.

Wê rojê hevdîtîna min bi serokê şaredarîya Sûre, Abdulla Demirbaş, re hebû. Min Jîndika xwe û Micke jî bi xwe re birin. Deh deqeyên pêşî em her çar bi hev re rûniştin, lê ji şaredar pirtir akvaryûma masîyên wî bala Jîndikê kişand. Ji xwe paşê, dema ku min dest bi hevpeyvina xwe kir, Micke Jînda bir derva.

Li vir, hem yên nas hem yên nenas herkes ji Hirçokê hez dike. Mirovên ku em nas nakin jî li orta rê dikarin erebeya Jîndayê bisekinînin û wê maç bikin. Ji bo min kêfeke mezin e ku li welatê min ewqas pir ji zarokan hez dikin, Ew hezkirin li ba her cûre temenî eynî ye, ji kal û pîran bigirin heta xortên zaningehan.

Li Swêdê ev yek ne wusa ye. Yanê helbet zarok tên hezkirin, lê mirov zarokên xerîban maç û hembêz nake. Li Swêdê di navbera xelkê de dîstansek (mesafe) heye. Keça min di vî warî de piçekî swêdî ye, ji ber ku ew hez nake dema ku mezin wê hembez dikin, bi teybetî yên nenas. Ji ber ku hînî vê yekê nebûye. Lê dema zarokek nêzê wê dibe, gelek kêfa wê tê û dide lotikan

Thursday, September 17, 2009

Dayikek bextewar


Ez 31 sal berê li vî bajarî, ango li Amedê hatim dunyayê û îsal, piştî 25 salan, ez cara pêşî rojbûna xwe li vir pîroz dikim. Ev hîsek teybet e ji bo min. Carina ez difikirim, gelo ku em neçûna Swêdê û li vir bimana dê îro jiyana min çawa bûya. Gelo dê hirçokeka min an hirçokên min zûtir çêbûna?

Carina, dema ku ez difikirim ez li vir hatime dunyayê lê li vir mezin nebûme, ez pê diêşim. Ez wisa hîs dikim ku mirov dibêje qey beşeka girîng ya ji zarokatîya min bi zorê ji min hatîye stendin. Ji ber ku em ne bi dil û xwestina xwe, ji ber mecburîyetê ji vir çûn. Dema ku em çûn Swêdê, dê û bavê min di salên min ên niha de bûn. Bi du zarokên biçûk, her tiştên xwe li vir hiştin û çûn welatekî nuh yê biyanî.

Di navbera jîyana min û dê û bavê min de çiqes ferq heye! Ew di dema 12ê îlonê de ji gulle, zîndan, esker û polîsan direvîyan, ez niha encax ji trafîkê direvim. Loma ez her weha şikur dikim ku ez niha jîyaneka hêmin û tijî îmkan dijîm. Ez bi vê yekê gelek kêfxweş im û tu carî ji bîr nakim.

Spas dayik û bavo! Ji ber ku we ev îmkan dane min. Niha ez fikir û hewesa we ya ji bo min û birayên min baştir fêm dikim. Ji dê an bavbûnê tiştekî girîngtir û mezintir tune ye.

Li Diyarbekirê behişta (cinet) Jîndayê


Li Amedê me ji xwe re cîyek nuh kifş kirîye: Ekin Park, li taxa Dîcle Kentê. Park 200 metre ji mala me dur e û ji aliyê jinên rêxistina SELÎSê û Şaredariya Kayapinarê ve tê birêvebirin.

Li vir jî kursîyên ji bo zarokan tune ne, lê xem nake ji ber ku li vir em li ser çîmê li ser mînderan rûdinin. Ev yek, wek hûn di wêne de jî dibînin, ji me pirtir kêfeke mezin dide Hirçoka me! Hele xwarına wan! Ma çiqas xweş e.

Hêdî hêdî em cîyên baş yên ji bo zarokan kifş dikin. Ne ku li vir cîyên wusa qet tune ne, hele li Dicle Kentê gelek park hene. Lê ji bo dê û bavên ku xwediyê zarokên ku di temenê Jîndikê de ne rehet nine. Ez hîn nizanim, gelo ez ê paçê Jîndayê li ku bigorim. Ku ez li navenda parkê bigorim – ku min cend car kir jî – belkî neçe xweşîya xelkê, lê tu alternatîfeka din jî tune ne.

Wednesday, September 16, 2009

Li her derê xwarin

Em di wexta rojîyê de hatine Diyarbekirê. Ev yek bi 2 tiştan dîyar dibe. Yek, serê sibê ew nanê taze yê firinê tune ye. Dido, nîv saet barê fitarê trafika Amedê tevlihev dibe, herkes dixwaze xwe bigihîne mala xwe û sofreyên xwe yên mezin û xweş. Lê dema ku saet Li 19.00ê dixe bajêr bêdengî xwe digire ser bajêr wek ku kesek li bajar tune be. Hîsên bajerekî Li cihhiştî tên mirov. Lê ji bilî vê guhertinek mezin tune ye.


Ez bawer im ku em di wextek baş de hatine Amedê, ne ji bo ku rojî ye lê ji bo ku niha xelk gelek xwarinên xweş çêdikin. Bi firengîyên (şamik, bacanên sor) xwe salçe çêdikin, bi tirîyên xwe pastix çêdikin, isotên xwe hişk dikin, dar tijî fêkî ne û gelek tiştên din. Û ez ji wan tistan têr nabim. Hele Jînda qet têr nabe. 24 saetan dikare meyweyên taze bixwe. Emê centeyên xwe tjî pastix û gûz bikin û bi xwe re bibin Swêdê.

Monday, September 14, 2009

Ji germîstanê heta hênikîstanê

Em cend rojan cûbûn Baskîlê, Baskîl navçeyek Elazîzê ku bajarê dîya min, pîrka Jîndikê ye. Li gor Amedê wira gelek hênik bû. Me 4 rojên xwe li wir derbas kirin, herdu xaltîyên min jî li wir bûn û di derdora Jîndayê de cerx dibûn.

Lê li Baskîlê ji Jîndayê pirtir, Micke, yanê bavê Jîndayê, bala xelkê dikişand ser xwe. Dema ku em derdiketin dikanan an li ber qehwexaneyan derbas dibûn herkesî li wî mêze dikir. Wusa xuyaye ku baskîlîyan pir bîyanî nedîtîne di jîyana xwe de. Ez ji kenan mir im!!

Tuesday, September 8, 2009

Hîs û pirsên Jîndayê

Ez carinan meraq dikim, gelo Jîndika min dizane ku em hatine welatekî din? Di fikrên wê de çi derbas dibin? Pirsên wê çi ne? Li vir gelek kêfxweş e, tu problemên me tune ne, lê carinan li derdora xwe mêze dike û mirov dibêje qey pirsên wê hene; lê ev keça delal û biçûk hîsên xwe çawa bîne zimên? Dema mezin bibe, ez ê wêneyan nîşanê wê bidim û ez ê behsa sefera wê ya pêşî ya bo Kurdistanê bikim.

Bajar li gor zarokan nehatîye avakirin


Berê ku em bihatana Amedê kal û pîra Jîndayê ji wê re kursîyekî xwarinê ji bo malê kirîbûn.

Ev ji heftekê pirtir e ku em li Diyarbakirê ne. Her tişt xweş û baş derbas dibe, lê gilî û gazinceke min heye. Dema em dixwazin bi Jîndayê re tiştekî bikin her tişt dibe mîna projeyeke mezin û ez xwe mîna pisporan an lojîstîk hîs dikim. Berê her tiştî ez an Micke em bi tenê bi wê re nikarin derkevin derva. Ji ber ku mimkun nîne ku ez an ew bi tenê hem Jîndayê hem jî erebeya wê rakin û daynin ser wan peyarêkên (kaldirim) bilind.

Ya duyem, li piraniya cîyên ku em heta niha çûnê, kursîyên ji bo zarokan tune ne ji bilî Mc Donalds û Burger King. Gelo ku kebab û xwarinên din yên ewqas xweş li vî bajarî hebin kî dê her roj bixwaze here cîyên wusa?. Loma dema ku em dixwazin li derva xwarinê bixwin, dive yek ji me her tim Hirçokê deyne ser çokên xwe. Kursîyeka ku li gor zarokan hatibe çêkirin û zarok bikaribin li ser rînin û xarina xwe bixwin mixabin tunê. Kîjan dê an bav bi vî halî rehet dike? Li şîrketa swêdî ya bi navê IKEA kursîyên ji bo zarokan bi 40 lîrayan e û gelek baş in. Bila ji bo kafe û lokantayên Amedê 1000 heb bên kirîn, ma çi dibe? An jî kursîyên weha dikarin li Amedê jî bên çêkirin. Hêvîdar im dengê min here Osman Baydemîr û şaredarên din ji ber ku wan ev park ava kirine.

Mimkun e hin ji we bêjin ”gelek problemên din yên mezintir li Diyarbekirê hene, wek mînak xelk birçî ye.” Ev jî rast e. Lê ku em bi rastî dixwazin azadîyê bidin xelkê xwe, ev azadî divê ji bo dê û bavên bi zarokên biçûk be jî. Divê jiyana wan ya li nav bajêr bê hêsankirin. Ku wisa nebe, dê û bavên bi zarokên biçûk dê di malên xwe de bimînin û îzole bibin. Ez wek jin naxwazim ji civakê îzole bibim, ez dixwazim bi awayekî azad bi zaroka xwe re di nav civakê de azad bijîm, lê mixabin niha ev azadî piçekî hatîye bi sînorkirin, ji ber ergonomiya bajêr. Her weha li park, qehwexane, restorang û hwd, ciyên ku mirov bi rehetî paçên zarokên xwe bigore tune ne. Bifikirin, ku Amed weha be, li bajarên din ev rewş xirabtir e.

Ev çi germî ye, Rebîyo?!

Ev çend roj in em di germîya Amedê de dihelin. Gelo ma di meha îlonê de her tim ewqas germ e? Hirçok mizmizîyê nake, lê mixabin ez dikim. Wusa xuyaye ku ez weke berê nikarim tehemula germîya nêzê 40 dereceyan bikim. Lê ji bo ku em vê problemê kêmtir bikin me ji xwe re klîmayek kirî. Niha êdî di xaniyê me de odeka me her tim hênik e.

Jînda çû serdana bedena Amedê

Vê rojê me Jîndika xwe bir cîyên kevn yên dîrokî yên bajêr. Em Li nav û derdora bedenê geriyan. Ev bajarê min ê jidayikbûne çiqes xwes e! Dîrokîbûna vî bajarî hesteke bi taybet li ba mirov peyda dike. Û ji bo min hesteke gelek taybet ya xweş e ku ez van cîyan nîşanê keça xwe didim. Ev cihên ku ez nîşanê wê didim beşek ji kokên wê ne. Ku ez nîşanê wê nedim kî dê bide? Em gelek li dûrî van deran dijîn, lê dîsa jî ez hêvî dikim ku Jînda dê bi peywendiyeke xwezayî bi Kurdistanê ve girêdayî be.

Em li Diyarbekirê ne!

Piştî rêwîtîyeka nêzî 12 saetan, ez, Hirçok û Micke em gihîştin Amedê. Hefteyeka me li Amedê derbas bû, kêfa me di cî de ye.
Jînda di rê de pir ama pir baş bû, qet problem dernexist. Di balafirê de ji xwe re dilîst, bi xelkê re dipeyvî û radiket. Lê dema em gihîştîn balafirgeya Diyarbekirê saet 23.00 bû û wê demê em êdî westîyabûn, wek ku hûn di wêne de jî dibînin.