Monday, August 31, 2009
Sunday, August 30, 2009
Rojên me di bin tavê de derbas dibin
Havîn e, dinya xweş e, bi teybetî Jîndika min kêfxweş e. Vê havînê me gelek rojên xwe di bin azmanekî şîn de bi hevalên xwe re derbas kirin. Û Jînda bi xwîna xwe ya şêrîn, mîna maskotekê, bala xelkê dikişand ser xwe.
Thursday, August 20, 2009
Jîndayê wêneyê xwe yê pêşî çêkir
Duhî min ji wê re got ku Jîndik belkî mîna dayika xwe ê bibe rojnamavan, lê niha min fikrê xwe guhert. Vê hefteyê Jîndayê, ku hîn yeksalîya xwe tijî nekirîye, wêne an resimê xwe yê pêşî çêkir. Ji niha ve wusa xuyaye ku Jînda hem ji dê hem ji bavê xwe girtîye (Micke wêneyan çêdike).
Wek dayik, ez bi hemû gavên wê serbilind dibin û keça min di pêşerojê de hema çi bixwaze bila bibe, lê ku ez rastîyê bêjim, ez jî hin pîşeyan li ser ên din re dibînim ji bo wê. Lê ji bo min bextewarbûna wê herî girîng e û ez hêvî dikim ku ez bi dîtin, hizir û ramanên xwe wê bi sînor nekim.
Wednesday, August 19, 2009
Jînda dibe rojnamavan
Jîndika min û Micke carinan tên cîyê karê min li Radyoya Swêdê û Hirçoka me di studyoyê de, di nav komputer, mîkrofon û tiştên din ên teknîkî de kêf dike. Gelo bi ya we Hirçok dê di pêşerojê de pîşêya dîya xwe hilbijêre?
Tuesday, August 18, 2009
Em amade ne bo çûna Amedê
Me biletên xwe yên bo çûna Amedê kirîne û niha em rojên xwe dijmêrin. Îro tam du hefte man e ku em bi rê bikevin. Ez bi kêf im, lê her weha bi heycan im jî. Çima bi heyecan im? Ji ber ku difikirim, gelo Jîndika me dê di balafirê de rehet bike an jî ji dayik û bavê xwe re probleman derxe? Û keça min dê ji bajarê ku dîya xwe lê hatiye dunyayê hez bike ya na? Dê nexweş bikeve ya na? Pirsên min pir in, lê baştir e ku ez hewl bidim ku tiştên weha nefikirin…
Saturday, August 15, 2009
“Halo, çawa yî?”
Hirçoka min tiştên nû hîn dibe. Di ware komunîkasyon an ziman de niha sê tiştên wê yên favorî hene. Yek, destên xwe hêl dike û xatir dixwaze dema yek diçe ber derîyê derva. Du, dema ez dibêjim “maç Jînda” devê xwe yê şêrîn vedike û maçek şil dide min. Sê, hez dike telefonên me bigire û bide ber guhê xwe û bipeyve. Helbet nayê fêmkirin çi dibêje, lê bi zimanê xwe hin tiştan dibêje. Tiştek mîna zimanê zarokên biçûk tune ye. Jîndik ewqas biçûk e, lê dîsa jî van tiştan hîn bûye. Sebeb jî hêsan e: li me mêze dike û hîn dibe, ango zarî me dike.