Monday, February 22, 2010

Peyvên Jîndayê yên pêşîn

Duhî roja zimanê zikmakî ya navnetewî bû. Jînda niha 18 mehînî ye û bi du zimanan mezin dibe. Ez û malbata min bi kurdî û aliyê bavê wê û li pêşdibistanê jî bi swêdî bi wê re dipeyivin. Niha bi her du zimanan jî gelek tiştan fêm dike. Peyvên wê yên pêşî ev in:

Bi kurdî:
pîyê (yanê ”pîrê”)
kako (kalo)
şîr
av
ek (hêk)
sol
sar
germ
gum (kum)

Bi swêdî:
puluka (yanê pulka= bi kurdî xizek)
aple (yanê äpple=sêv)
tack (spas)
titta (mêze bike/binere)
pappa (bavo)
mamma (dayê)
nej (na)
kallt (sar)
ko (yanê sko=sol
)

Monday, February 1, 2010

Jînda û duzimanî

Di hejmara dawî ya kovareka ji bo dê û bavan, ango ji bo malbatên xwedî zarokên biçûk de, ku bi swêdî navê wê”Vi Föräldrar” e, nivîsek li ser malbata me hebû. Temaya kovarê malbatên pirzimanî bûn. Di vê kovarê de hatibû nivîsîn ku li gor lêkolînekê ji bo zarokan sinorên hejmara hînbûna zimanan tune ne. Zarok dikarin, bê astengî, çar-pênc zimanan bi hev re fêr bibin. Û wek ku hûn dibînin Jînda li ser vê meseleyê bi biryar e.

Pisîk ”mîyaw” dike

Hirçoka me bûye heyrana heywanan. Li ku derê heywanan dibîne, destê xwe ber bi wan dirêj dike. Bi taybetî ji pisîk, kûçik û hespan pir hez dike. Û êdî ewqas mezin bûye ku teqlîta wan jî dike. Wek mînak: dema kûçikek bi xwedîyên xwe re ji ber mala me re derbas dibe Jînda dengê xwe blind dike û dibêje ”vovv, vovv”. Ev keçik, dilê dayika xwe, li ber cavên min her roj mezin dibe. Xwezîka mirov bikaribiya carina wext rawestanda…