Thursday, February 26, 2009

Ez berf im, berf im berf im…


Hevalno, em hîn li Vesterosê (Västerås) li ba dê û bavê min in. Rojên me xweş derbas dibin. Li Västeråsê vê heftê betilana sporê ye, ew tê wê maneyê ku zarok û mamoste naçin dibistanan (dê û bavê min herdu mamoste ne). Vê heftê çîya û zozanên Swêdê ji zarok û dê û bavên wan tijî ne. Xelk palikên xwe derxistin û sporê dikin. Me hîn palikên xwe dernexistine lê em her roj li derve di nav berfê de dimeşin. Bila Jînda mezin bibe emê ji wê re palik û patînan bikirin.


Ji bo min jî ev hefte mîna tehtîlê ye, ez ji xwe re têr radikevim û pîr û kalê Jîndayê li ber wê ne. Her weha xaltîya min a Wediha jî li vir e û wê rojê birayê min Diljen jî ji Goteborgê hat vira. Ew li wir xwendekar e. Dema ku mezin di derdora Jîndayê re çerx dibin ew pirtir li ber komputora xwe ye. Vê sibê, komputor li ser çokên wî bû, got: “Ev jî bebîşa min e”.

Wednesday, February 25, 2009

Hop rabûn, hop rûniştin

Wê rojê min ji we re behsa nameyên xwendevanên bloga xwe kiribû. Yek ji wan Aynur Bozkurt e. Berê bloga min, me hevûdu nas nedikir lê niha em bi rêya înternetê ji hevdu re behsa jîyan û hirçokên xwe dikin. Di namaye Aynur a pêşî de wê ji min re gotibû:

”Bi min pir xweş e ku mirov serpêhatiyên xwe yên pozîtîf bi kesên din re parve dike. Çimkî tiştekî wisa, enerjiyeke pir mezin belav dike. Piştî ku min nivîsên te yên li ser Hirçokê xwendin, hestên pir xweş û germ bi min re çêbûn. Ya rastî, hirçokeke min jî heye, nêzî 10 mehî ye û navê wê jî Xweza ye. Wan nivîsên te wisa kir ku ez hinekî din jî pozîtîf bim di vê pêvajoyê de û zêdetir bextewar bim bi hebûna hirçoka xwe.”


Hirçoka wê pir şîrîn e û gelek bihereket e. Aynur dibêje: ”Xweza her roj tiştên nû hîn dibe, her tiştî meraq dike û cîhana xwe firehtir dike. Îca ji ber vê yekê jî saniyeyek li cihê xwe nasekine. Ew li ku, ez jî li wir, heta êvarê em hop radibin, hop rûdinin, dilîzin, direqisin, diqîrin, stranan dibêjin. Jixwe ez texmîn dikim tu jî bi Jîndayê re eynî tiştan dikî, lê her roj ev tişt wê zêdetir û rengîntir bibin.”


Jînda hîn nikare bi çarpîyan biçe, lê piştî serpêhatiyên Aynurê yên bi Xwezayê re ez niha dizanim ku çi li hêvîya min e: her roj hop rabûn, hop rûniştin.

Tuesday, February 24, 2009

Hînda û Jînda

Vê êvarê Hînda, hevkareka dê û bavê min ku her weha xwe wek keçaka ji malbata me dibîne, hat mala me. Pir caran dema bav û dîya min, wek mînak, dixwazin bêjin ”Jînda çawa ye?” dibêjin ”Hînda çawa ye” û tam berevajî. Hînda naveka somalî ye lê begûman dişibe Jînda.

Hîndayê her weha du keçên xwe jî bi xwe re anîbûn û wan bi kêfxweşî bi Jîndayê re listîn. Û Jînda, her çiqes ku westîyayîbû jî, dema ku hevalên wê li vir bûn nexwest rakeve.


Monday, February 23, 2009

Jînda di nav ewran de ye

Wê rojê min got ku ez di cinetê de dijîm û îcar dor hat Jîndaya me. Zikê kalê wê ji ewran nermtir e. Kêf kêfa wê ye!


Sunday, February 22, 2009

Em di rê de ne

Ez, hirçok, dê û bavê min niha di erebeyê de ne û diçin Vesterosê. Ez komputorê bavo û înterneta wî ya mobîl bi kar tînim. Rê qelebelix e. Berf dibare û bavo behsa zarokatîya xwe dike, dibêje: “Di warê îmkanên ji bo zarokan de di navbera îro û dema zarokatîya min de bi qasî çîyan ferq heye. Di dema me de cizmeyên lastîk jî tunebûn ku em pê kin, ker bi dest me nediketin ku em siwar bin, lê îro Jînda di erebeyê de ye, di kursîya xwe de rûnistiye û dîya wê jî înterneta mobîl bi kar tine“.

Jînda û pîrika wê jî helbet raketine. Di malbata me de, yên ku erebyê dajon em pênc kes in, lê bav û birayê min ê biçûk Diljen, bi teybetî jî ji erebeajotinê hez dikin. Ez carna dajom lê diya min û birayê min Arjen ku mecbûr nebin qet naxwazin erebeyê bajon. Ka em binêrin Jînda li kê biçe.

Saturday, February 21, 2009

Heyranên Jînda li vir in

Kal û pîrika Jînda duhî hatin mala me

Dê û bavê min niha li mala me ne li Stockholmê (bi xwe li Västeråsê dimînin). Ev tê wê mane ku herdu 24 saetan di derdora Jîndayê de digerin. Her weha ev tê wê mane ku ez û Micke, em vê sibê heta saet 10an raketin (hele Micke pirtir raket). Ez û Micke bi vê kêf xweş in, dê û bavê min jî kêf xweş û her weha Jîndika me jî.

Thursday, February 19, 2009

Arzum hat mala me


Îro Arzum, ku temenê wê nêzî salekê ye, ligel dîya xwe Havvayê hatin mala me. Jîndayê îro cara pêşî bi balkêşî li Arzumê mêze dikir. Carên berê vê Arzumê hewl dida ku bi hirçoka min re bilîze, lê Jîndayê wê çaxê bal nedida ser wê. Lê îro bala Jîndayê li ser Arzumê bû. Ev yek nîşan dide ku keça min êdî mezin dibe. Jîndayê hewl da ku bi destên Arzumê bigire, lê Arzumê tenê dixwest ku tilîyên xwe têke nav poz û devê wê. Ew jî lîstikeke zarokan e. Şikir li ba zarokan tu şerm tune ye! Ku hebûya wan dê çawan derûdora xwe û dinya kifş bikin.

Ez di cinetê de dijîm

Li Swêdê dayiktî pir hêsan e. Li gor rêxistina Parastina Zarokan (Save the Children) ji bo dayikan di dunyayê de ji Swêdê baştir welatekî din tune ye. Loma ez pir caran naxwazim gilî û gazincan bikim ku dayiktî pir zehmet e, ji ber ku dîyar e ku ji vê hêsantir nabe.


Wek mînak di derbarê pereyê dêûbavtîyê de Swêd di dunyayê de di rêza yekem de ye. Li vir dê an bav %80 ji maeşên xwe werdigirin dema ku bi zarokê/a xwe re li malê ne. Li welatên din ên rojava ev hejmar weha ye: Danîmarka 42%, Kanada û Isviçre 26% û dê an bavên li Amerika û Australyayê tu pereyên dêûbavtîyê nagirin. Çavkanî pirtûka I huvudet på en mamma (Di serê dayikekê de) ye û nivîskar rojnamavana swêdî Hanne Kjöller e, ku ez niha dixwinim.


Lê her çiqes ku jîyana me baş e jî em gilî û gazincan dikin. Gelo çima?

Li gor Hanne Kjöller bersiva vê yekê valahîya di navbera payînên (hêvîyên) me yên ji jîyanê û rastiya jiyanê bi xwe ye. Yanê, xeletî di fikrên li ser jiyanê de ye.


Tiştê balkêş jî ew e ku malbatên bi derfetên herî mezin, herî pirtir gilî û gazincan dikin!

Tuesday, February 17, 2009

Nameyên tijî evîn

Her roj name û mesajên gelek xweş ji Jîndika me re tên. Ez gelek spasîya we hemûyan dikim û ez ê hewl bidin ku carna mesajên we li vir çap bikim. Hefta berê ji Almanyayê Cemal Ballikaya ji hirçokê re mesajek xweş nivîsîbû:


“Hemû evîn li ber evîna di navbera zarokê û dayikê de bê wate dimînin.
We baş kiriye ku hûn van hestên xwe bi me re parve dikin. Ev kurtehelbesta li jêrê bila dîyarî be ji bo Jîndayê”.

Jînda
Mezin be bi dê û bav
Zelal bibe weke av
Ji bo mirovahiyê
Xebat bike gav bi gav

Bibe keçek pir çeleng
Li Cîhanê bide deng
Bi mejî û dilê xwe
Ji rastiyê re pêşeng


Her weha ji Kanadayê jî mesajek hat. Şandêr Brûsk Reşvan e û weha dibêje:

”Silav Şîlan Xanim,

Ji bo amadekirina malpereke wisa rindik û delal, sipasîya te dikim û daxwazîya serfirazîyê li te dikim. Divê tu baş bizanibî ku, tu bi vê malpera xwe ya bi kêrhatî, ku te bi zimanê me yê şêrîn amade kirîye, valahîyeka mezin tijî dikî. Her wisa, ji bo hirçoka te ya şêrîn û xwîngerm jî pîrozbahîya te dikim”.


Gelek gelek spas ji we re! Nameyên we enerjîyê didin me!

Monday, February 16, 2009

Rojên xweşik!

Dawîya heftê pir xweş derbas bû. Roja înê ber bi êvarê dîya min hat Stockholmê û ez, Jînda, Arjen û ew, em bi hev re çûn Uppsalayê mala xaltîya min. Wê xwarinên xweş çêkiribûn. Min wisan pir xwar ku hindik mabû zikê min biteqîya.


Jîndîka me êdî rûtîna xwe dîtîye û zû radikeve. Ew tê wê wateyê ku piştî saet 20.00ê ez vala me. Û vê êvarê ez bi dê û xaltîya xwe re rûniştim (birayê min çûbû ba hevalê xwe).


Roja şemîyê jî Micke, bavê Jîndîk, hat Uppsalayê û me hirçoka xwe li ba pîrika wê hişt û em çûn şahîya 30 salîya hevalê me Fredrik. Û ku ez rastîyê ji we re bêjim, Jînda pir nehat bîra min. Ew nayê wê wateyê ku ez dayikek bê berpisyar an dayikek ne baş im, lê dema ez bê Jîndîka xwe derdikevim, ez dikarim vehêsim ji ber ku ez dizanim ku cîyê Jînda baş e.


Ez li Uppsalayê mezin bûme. Loma roja yekşemê jî min çend hevalên xwe yên berê dîtîn, wek mînak Dlovanê rindik! Dlovan ji Dihokê ye û ew ji Jîndîka me pir hez dike, lê ji wê re dibêje Fatoş (ez nizanim çima).


Ez hêvî dikim ku rojên we yên dawîya hefteyê jî xweş derbas bûn!


Jînda û Dilo can

Malbata Jînda

Pîr û kalê Jînda (Amed 1976)


Ez ji we re behsa Jînda û heyranên wê dikim lê ji bo ku hûn belkî wan baş nas nakin ezê malbata me bi we bidim nasandin.


Jînda bebîşa herî piçûk e di malbata min ya nêz de.

Ew êdî bûye hirçok û gula me. Niha 5 mehenî ye û ew tê wê manê ku di dawîya heyva 8ê de hatîye dinyayê, rojeke yekşemê serê sibê bû û li Swêdê tê gotin ku ”zarokên yekşemîyê” zarokên bi şans in. Lê zaroka yekşemîyê an na, ez bawer dikim ku Jînda dê di her rewşê de bibe zarokeke bi şans ji ber ku di derdora wê de gelek mirov hene ku ji bo wê dixwazin her tiştî bikin, wek mînak kal û pîra wê.


Lê elbet heyranên wê yên din jî hene, wek mînak herdû birayên min, yanê Arjen û Diljen. Arjen jî bi Jiyanê re zewicîye. Her weha xaltîya piçûk Rûken ku bi Andreas re destgirtî ye, û xaltîyên mezin Saime û Wedîha di jiyana Jînda de hene.


Bê van helbet gelek merivên me yên din jî hene, lê mixaben ew gişt ji me gelek dûr in, piranî li welêt dimînin. Lê ji bilî meriv her weha gelek hevalên me hene ku hema hema her roj Jînda dipirsin. Wusa dixuye ku hirçoka me ji evînê têr nebe.


Di alîyê bavê Jînda de jî gelek heyranên wê hene: kuzenên wê Calle û Linn, apên wê Mattias û Martin, meta wê Maria û dîsa kal û pîr, Elisabet û Göran.


Ji bo dîya Micke û ji bo dê û bavê min Jînda nevîya wan a pêşî ye. Heta ku nevîyên wan ên din çênebin ew ê Jînda bibe stêra wan a herî mezin û ew ê wê rûstendî bikin, lê helbet ne bi qasî min û Micke...


Xalên wê (Västerås 2006)

Sunday, February 15, 2009

Malbatên bê erebe pirtir bextewar in

Li gor lêkolîneka ku li zaningeha Karlstadê hatiye çêkirin; li Swêdê, malbatên bê erebe pirtir bextewar in. Ev encam ji bo lêkolîneran wek surprîzek bû, ji ber ku wan digotin qey erebe jîyana malbatên bi zarok hêsantir dike. Lê vê lokolînê ev yek pûç kir.


Ev lêkolîn ji bo min wek mizgînîyekê hat. Ji ber ku malbat û hevalên me ji min û Micke re dibêjin: ”Niha Jîndaya we heye, divê hûn ji xwe re erebekê bikirin, bê erebe mezinkirina zarokan zehmet e”.


Lê niha lêkolînê îspat kiriye ku ew tiştê ku mirov heta niha wek rastî qebûl dikir dikare bê guhertin, ango bibe tam berevajî. Spas ji bo zaningeha Karlstadê!

Friday, February 13, 2009

Zikê jinên bizarok û sosretiyeke civaka me

Dema dîya min bi min re bizarok bû wê hewl dida ku zikê xwe yê xweşik veşêre. Hevalên wê jî heman tişt dikirin. Gelo çima?


Di çanda me da, li gor gelek kesan, piranî tişt di derheqe laşê jinan de eyb e: divê mirov cilên pir teng li xwe neke, etegên kin jî çênabin, her weha divê mirov bi porê xwe nelîze. Bi kurt û kurmancî divê mirov xanim xanim rûne û baştir e ku mirov qet nepeyive jî. Û hele ew zikê te yê mezin! Divê tu vî veşerî, ji ber ku ew zikê te tê wê maneyê ku te tiştêkî eyb kiriye!


Wey xwedêyo! Bê wan zikên mezin, dê ne ez û ne jî tu li vir hebûna. Lê şikir ku hin tişt hatîne guhertin. Êdî gelek jin dema bi zarok in, zikên xwe yên gir di bin fîstanên fereh de venaşêrin. Tam beravajî, bi zikên xwe kêfxweş û serbilind in.


Dema ku ez bi Jîndayê bizarok bûm, ez gelek şad û bextewar bûn, min got, bila her kes zikê min ê xweşik bibîne. Û ev yek ecêb nîne, ji ber ku wek min li jorê gotibû, bê wan zikên mezin dê jiyana mirovahîyê tune bûya.

Thursday, February 12, 2009

Evîneka bêsinor

Evîna di navbera du evîndaran de tu carî bi garantî nîne. Ew evîn dikare biqede. Lê dema ez li Jîndayê mêze dikim ez gotina "evîneka bêsinor" fêm dikim. Ev evîn tu car nikare biqede...

Wednesday, February 11, 2009

Gelo, guhên şil bitehlûke ne?

Îro dema me serê Jîndayê şuşt, min ji Micke re got, bila dîqet bike ku guhên Jîndayê şil nebin, ango av nekeve guhên wê. Micke kenîya û bi kêf û henekî got:

“Qey ew dîsa efsaneyeke kurdî ye ku dîya te fêrî te kiriye”.


Îcar ez jî kenîyam, ji ber ku rast bû. Dîya min ji min re gotibû ku divê mirov dîqet bike ku av nekeve guhên zarokên piçûk.

“Ku ev yek rast be, çima li Swêdê bi hezaran zarok beşdarî ajnêya (mele, sobe) ji bo bebîşan dibin û ji cara yekem û pê ve di bin avê de dilîzin?”, Micke pirsî.


Gotina wî jî bimentiq e. Divê ez ji diya xwe re telefon bikim û bipirsim, gelo guhên şil çima bi tehlûke ne?

Tuesday, February 10, 2009

Jînda êdî xwe kifş kiriye

Gelo ev rinda di neynikê de kî ye?

Monday, February 9, 2009

Pirî caran ez xwe wek jineka xurt hîs dikim, lê...

Di jîyana min de yek ji tiştên herî zehmet wekhevî an yeksanî ye. Dema Jîndika me tune bû min digot qey ez û Micke, em di wekhevîyê de dijîn. Lê niha min kifş kirîye ku ez gelek caran xwe wek qurbaneka sîstemek patriarkal hîs dikim. Û ez ji vê hîsê nefret dikim.


Pir caran ez xwe wek jineka xurt hîs dikim lê di malê de ev carna wusa nîne. Sebeb jî ew e ku ez berpirsîyarîya malê digirim, ez bûme rêvebera projeya mala me – xelk meaşek bi hezaran kron digirin ji bo karên wusa lê ez belaş kar dikim.


Wek mînak ez, û ne Micke, dizanim ku paçên Jînda mane an na, wê kengê cara dawî mamaya xwe xwar. Ez dizanim me cara dawî kengê firina xwe (û her tiştên din) paqij kir. Ez rojbûnên malbat û hevalên me dizanim (her weha rojbûna dê û bavê Micke) û her wekî din. Ev lîste dikare hîn dirêjtir bibe... Gelo, ev yek çima wusa ye?

Saturday, February 7, 2009

Dema tu panîk dikî…

Hirçoka min û Rûken


Her çiqes ku zarokçêkirin tiştekî gelekî xweş e jî, elbet hin rojên xirab jî hene, bi teybetî di destpêkê de. Ji ber ku mirov xwe westîyayî hîs dike, hormonên mirov radibin û laşe mirov wek ku şkestî ye.

Ez bi xwe vê jîyame. Ew hefteyên pêşî ji min re pir zehmet bûn û min carina panîk dikir. Lê delala min Rûken, keça xaltîya min, ku wek xwişka min e, di kovarekê de çênd şîret ji bo dayikên nuh dîtibûn:


1. Ku tu xemgînî, hîsên xwe bi mêr an hevalê/hevala xwe re parve bike. Divê hûn bikaribin vê çareser bikin.

2. Planên mezin meke, planên rojane bike.

3. Stres meke. Wek mînak ku mala te qirêj be ji xwe re meke derd. Bi zaroka xwe re bûn ji paqijïyê girîngtir e.

4. Ji derdora xwe alîkarîyê bixwaze! Wek mînak, belkî heval an malbata te carna dikarin bên û firaq an cilên te bişûn.

5. Hefteyên pêşî, ku tu naxwazî, mêvanan qabûl meke.

6. Ku mêvan tên ji wan re bêje bila xwarin an çayê bi xwe re bînin.


Belê, bicihanîna van her çar şîretên pêşî ne problem e, lê ew herdu xalên dawîyê ji bo min zehmet in. Her çiqes ku ez xwe xemgîn an betilî hîs bikim jî, gelo, ezê çawa ji hevalên xwe re bêjim nêyîn mala min, an ku hûn tên jî xwarina xwe bi xwe re bînin?

Friday, February 6, 2009

Odeyek bêdeng

Min û Micke me îro Jîndîka xwe bir bajêr û pêşangeha bi navê ”Ji sifirê heta yekê. Ev pêşangeh wek navê wê jî dîyar dike ji bo zarokên heta yeksalî ye. Gelo, li kî dera dunyayê ji bo zarokên ewqas piçûk pêşangeheh tê amadekirin?

Bi rastî tiştekî pir xweş û balkêş bû. Odeyek mezin ya bi tenê rengê spî, balîvên nerm û muzika sakîn. Wek asîmanê bû, te digot qey em di nav ewran de digerîyan. Sebeba pêşangehê jî ew e ku zarokên îro li her derê di bin bandora her tiştî de dimînin. Demên wan ên bêdeng kêm in lê pêwist in. Jîndayê ji vê pir hez kir, lê ku ez rastîyê bêjim ez bawer im ku min û Micke ji wê pirtir ji vê bêdengî û aramîyê hez kir. Divê ji bo mezinan jî odeyeke wusa amede bikin.

Wênegir: Ebba Thorell



Thursday, February 5, 2009

Zimanên nuh derîyên dunyayên nuh vedikin

Ez bi Jînda re bi kurdî dipeyivim û bavê wê bi swêdî (ji ber ku swêdî ye). Ji bo min ev yeka han gelek xwezayî û girîng e. Lê ji bo hinekan ne weha ye. Wek mînak bo mirovên ku di civatên duzimanî de mezin nebûne. Ew belkî bawer dikin ku serê zarokek bi du an pirtir zimanan tevlîhev dibe. Lê lêkolîn tam berevajîyê ve yekê nişan didin.


Em kurd, ji bo rastîya me, bi kêmasî bi duzanî ne. Hele kurdên dervayî welêt pir caran pirzimanî ne, ji ber ku em kurdî û her weha ya tirkî, erebî yan farsî dizanin û bi ser de jî zimanê sêyem ê welatê ku em tê de dijîn dizanin. Ez mînakek wusa me: kurdî, tirkî û swêdî dizanim, lê her weha îngîlîzî û îspanyolî jî. Ez li herdu welatên ku van zimanan dipeyivin jî mame.


Jîndaya me jî dê bibe pirzimanî û ev yeka han bi rastî dewlemendîyek e. Ne tenê ji bo Jîndayê wek takekesek, lê her weha ji bo civata wê jî dê bibe zengînîyeke mezin. Derîyê çand û dunyayên nuh dê ji bo Jîndayê vebin û ev yek dê baweriya wê ya xwebixwe xurttir bike.


Lêkolînên ku heta niha hatine kirin tu alîyên negatîf ên pirzimanî nabînin. Ez jî di heman fikrê de me. Dema ku Jînda dest bi dibistanê bike, ew ê beşdarî perwerdeya kurdî bibe. Ji ber ku li Swêdê ev derfet heye û bi hezaran zarok û xortên kurd beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Xwezî derfetên wusa ji bo zarokên din ên li her derê dunyayê jî hebûna.

Wednesday, February 4, 2009

Jînda îro tam bûye fingirdekek!


Em di nav tarîyê de dijîn

Li havînê derûdora mala me ewqas xweş e, niha her der cemid girtîye.

Li Swêdê em dikarin bêjin ku pênc heyv zivistan ne. Ku ji tarîtîyê nebûya ev yek ji bo min ne problem bû. Ez henekan nakim, dema ku ez dibêjim di saet 16.00an de roj diçe ava û heta saet 7.30 em di nav tarîyê de dijîn. Li heyva duwanzdehan hîn xirabtir e, di rojên xirab em tu tavê nabînin…


Ev 26 sal in ku ez li vir dijîm û her sal ez heman tiştî dibêjim. Carna ez ne tenê ji tarîtîyê lê her weha ji gazindkirina xwe jî eciz dibim. Lê niha dema ez kar nakim û bi Jînda re li malê me ev tarîtî hîn xirabtir e, ji ber ku me îzole dike. Dema tu bi rojan tav nabînî û her weha li derva her tim sar e tu naxwazî ji mala xwe ya germ derkevî. Lê ez ji bo xatirê Jîndayê xwe mecbûr dikim; divê feqîrê bêhna hewaya paqij bigire. Lê min biryar daye ku ez zarokek din çêkim ezê hewl bidim ku wî/wê di biharê de bînim dunyayê. An jî mala xwe bibim cîyekî tijî tav û germî.




Tuesday, February 3, 2009

Mala min bû mîna Çarşiyê Şewîtî

Roja yekşemîyê mala me tevlihev bû. Lê ne ji qirêjîyê, ji cil û bergan bû mîna Çarşiyê Şewîtî ya Amedê. Min şeş hevalên xwe dawetî mala xwe kiribûn. Hemûyan cilên xwe yên kevn ên ku êdî bi xwe li xwe nakin û jê têr bûne ligel xwe anîbûn. Û hedefa me cil an kinc guhertin bû. Bo nimûne, cilên min yên kevn ji bo hevalên min wek nuh ne. Min gelek tiştên xweş peyda kirin. Û tiştê herî xweş ew e ku hemû jî ji vê yekê sûde werdigirin. Ji ber ku dema serfkarî kêmtir dibe xweşikbûna dunya û jîngeha me tê parastin. Helbet Jînda bi me re bû û wê jî kêf kir, lê mixabin cilên me ji wê re mezin bûn.


Dema Jînda çêbû, hevalên min û yên Micke, ku zarokên wan jî hene, lîstok û hin cilên kevn dan me. Ji bo min, û bi teybetî ji bo bavê Jîndayê, ji ber ku ew ekologîst e, ev yek baş bû. Lê we dayik û xaltîya min bidîtana! Xaltîya min got: “Ku tu cilên kevn li Jîndayê kî ez nayim mala we. Ma guneh nîne ku Jînda cilên kevn li xwe ke”.


Na, li gor min guneh nîne, ji ber ku bîleheq xerckirina îmkanên dunyayê gunehkartir e.