Friday, July 3, 2009

Cewrik jî bebîş in

Du cewrikên biçûk li trêna metroyê.


Li Swêdê ne tenê bebîşên însanan di erebeyên xususî de li kêfa xwe dinêrin lê her weha bebîşên kûçikan, yanê cewrik jî heman kêfê dikin. Di erebeya şîn de du cewrik hene. Welle, ez henekan nakim.


Ez bawer dikim, ku mirov li welatekî çiqes qiymetê bide heywan û xwezayê, ewqas jî qîymetê dide însanên xwe. Û li piranîya dunyayê mirov kuçikên xwe di erebeyê de nagerîne. Li Swêdê jî ev yek nadir pêk tê, lê dîsa jî heye. Mixaben, pirî caran li dunyayê kûçik û heywan li kuçan birçî ne, û her weha însan jî.