Sunday, October 25, 2009

Jînda cara pêşî nexweş ket

Micke li nexweşxaneyê hewl dide ku bi Jîndikê re bilîze bo ku kêf xweş bibe.


Yek ji sebebên ku ez di van rojên dawî de di blogê de pir aktîf nebûme ew e ku çend roj li pey hatina me ya Stockholmê Jîndik nexweş ket. Agirê wê bilind bû, zik û rovîyên wê şoreş kirin. Em sê caran çûn acîlê û paşta hatin bê ku doktoran dikaribûn bêjin ka nexweşîya wê çi ye. Heft roj wusa derbas bûn û piştî nexweşîya pêşî Hirçokê îcar serma girt, lê niha baş bûye.

Wednesday, October 21, 2009

Silav Stockholm!




Ji germîya Diyarbekirê em vegerîyan sermeya Stockholmê. Êdî me fîstan û t-shirtên Jîndikê rakirin, ji ber ku niha li vir bê lepik, kum û cilên zivistanê nabe. Lê ji Jînda pirtir ez bi vê nerehet im. Ji bo Jîndayê xem nake. Ew li malê dîsa jî diçe ber derî û der ve nîşan dide ku dixwaze derkeve û di nav qumê de bilîze.

Bye bye Kurdistan!

Hirçoka me ji cîyê dayikbûna min, ji Diyarbekirê, vegerîyayê cîyê xwe yê dayikbûnê, Stockholmê. Ev wêneyê me yê dawî ye ji Diyarbekirê. Ez û Jînda di balafirê de ne û di serê min de fikrên cuda çerx dibûn. Kêfxweşî, lê her weha xemgînî jî. Ji ber ku min dizanibû ku em ê vegerin ser jiyana xwe ya bi rutînên rojane, wek mînak ez her roj sibê zû diçim kar û êvarê têm. Vê sibê dema ez derketim (07.30) Jînda hîn di xewê de bû û vê êvarê dema ez hatim (19.15) Jîndik raketibû. Min îro çavên wê yên belek nedîtin...

Sunday, October 4, 2009

Jînda êdî dikare gavên xwe bavêje

Jînda bi hevalê me Zekî re

Hefta berê, dema hevalê me Zekî ji Stenbolê hatibû Amedê, Jînda gava xwe ya pêşî avêt. Wê demê em li malê bûn. Zekî û Micke bi Jîndikê re dilîstin û min firaq dişuştin. Ji nişka va min dengê kenekî bilind bihîst. Tu nebejî ku Jîndayê gava xwe ya pêşî avetibû.

Edî tiştek nikare pêşiya vê keçikê bigire. Dunya li ber lingên wê ye. Pîroz be Jîndika min!

Thursday, October 1, 2009

Li Amadê li Parka Sumer behişta (cinet) jîngehhezan!

Micke cineta xwe dît. Demek berê min ji we re behsa ceneta Jîndayê ya Diyarbekirê kiribû. Îcar mêrê min jî ji xwe re cîyek favorî peyda kir.

Li parka Sümerê li navenda Amedê xanîyek ku bes bi enerjîya rojê dixebite çêkirine. Av bi enerjîya rojê germ dibe. TV, sarinc (buz dolabî), komputer û hwd her tişt elektrîka xwe ji tirêjên rojê digire. Çaya xwe jî li ber tavê dikelînin. Her weha erebeke wan a biçûk, mîna motorsîkletan heye, ku ew jî bi enerjîya rojê dixebite.

Micke yekî ku ji tiştên wusa ekolojîk hez dike, gelek fikir ji wir girtin lê mixabin li Swêdê em tavê pir nabînin û loma ev yek nikare li Swêdê bibe rastî. Lê kêfa me gelek ji wir re hat, lê ji heycanê me bîr kir ku em wêneyekî vê malê bikşînin. Em bi vî xanî ecebmayî man, lê Jîndayê pirtir li çêlikên mirîşkan yên li ber vî xanîyî hez kir!

Rojên me hindik mane


Êdî rojên me yên li Amedê hindik mane. Min, Jînda û Micke me çar hefteyên gelek xweş bi hev re derbas kirin. Em şev û roj bi hev re bûn. Em bi hev re gelek kenîyan. Carina hêsirên (rondik) me jî barîyan. Jîndayê hem cîyê jidayikbûna dêya xwe dît û hem jî gelek hevalên me nas kirin.

Her weha keça min gava xwe ya pêşî li vir avêt. Ez û Micke bêyî kanalên Tv yên swêdî û înternetê pirtir nêzî hevûdu bûn. Ez sefereka weha ji her malbatê re tawsîye dikim. Em ê di nav çend rojan de mîna malbateka pirtir bextewar vegerin Swêdê.

Spas bo Diyarbekirê û hevalên me yên hêja ku mal û evîna xwe bi me re par ve kirin!

Jînda di foruma Mezopotamyayê de wek miqnatîsekê bû


Jînda li Amedê di Foruma Mezopotamyayê ya Civakî de mîna miqnatîsekê bû. Gelek kesan dixwestin bi Hirçoka me re bilîzin û ji wê hez bikin. Wek mînak ev ciwanên ku hûn li jêrê (xwarê)di wêne de dibînin em nas nakin, lê kêfa wan ji Jîndayê re hat û ji wê hez kirin.

Hiçok li foruma Mezopotamyayê

Ev çend roj in ku li Amedê Foruma Civakî (Social) a Mezopotamyayê tê lidarxistin û helbet Hirçoka me jî çû serdana forumê. Ne ji bo ku semîner û nîqaşên sîyasî ji wê re balkêş in ew çû wira. Ew ji ber ku gelek ji hevalên me û wê li wir bûn beşdar bû. Wek mînak Jîndayê dîsa mamosteya xwe ya pêşî, Medya, li wir dît. Medyayê li festîvalê xelatek teybet wergirt ji bo çalakîyên xwe yên dibistanê. Medya û Jînda bi dîtina hevûdu gelek dilşa bûn.


Her weha carina tiştên komîk jî diqewîmîn. Carekê dema ez ketibûm semînerekê, Jînda û Micke bi çend hevalên me re li dervayê salonê li ser çîm rûniştibûn. Pişt demekê Micke mecbûr dimîne ku paçê Jîndayê bigore û diçe paş konekî. Tam wê demê mêrîkekî kal diçe ba wan û ji Micke dipirse: ”Gelo, dayika vê keçikê li ku ye ku tu paçê wê digorî?”. Micke li vir kurdîya xwe pêş xistîye û dibêje ”Ma ez jî bavê wê me”. Paşê, dema ku ez ji semînerê derketim, ew kal îcar hat ba min û bi nîv henekî û nîv ciddî got: ”Helal be ji te re, mêrê te li ber keça te ye, paçê wê digore û tu li van deran kêfa xwe dikî”. Em herdu kenîyan. Hevalno, mizgîniye min li we, êdî dem ne dema berê!