Wednesday, August 31, 2011

Kalo, ev çima wa dikin?



Piştî mitîngê em bi hev re çûn avahiya çandê ya Stokholmê (Kulturhuset). Li wir, wek her carê, gelek çalakiyên çandî hebûn. Yek ji wan jî pandomîm bû. Ez û Jînda li ser textebendekê rûniştin û me temaşeya hunermendên pandomîmê kir. Lîstika wan tiştekî wek nîv bale, nîv pandomîm bû. Jîndayê ji min pirsî:
- Kalo, ev çima wa dikin?

Ya Rebî, ez îcar çi bersivê bidim vê keçikê! Ez fikirîm, min wek pîrika wê, bi pirsekê bersiva wê da. Min got, kêfa te jê re tê? Got, - Belê. Min got, ji bo ku kêfa me were ew weha dikin.

/H. Diljen

Kalo, ew çima dipeyivin?

Vê şemiyê em bi hev re li Stokholmê çûn meş û mitînga li dijî êrîşên Îran û Tirkiyê. Cihê mitîngê li ber parlemana Swêdê bû. Di mitîngê de, wek her carê, axaftinên gelek dirêj hatin kirin. Jînda di hemêza min de bû û ji min pirsî: -Kalo, ew çima dipeyivin?
Bi rastî, min pirseke weha ji keçeke sê salî nedipa. Ez mamosteyê 37 salan im, lê min nizanibû ku ez çi bersivê bidim wê. Min got, ew dibêjin bila kes li zarokan nede...

/H. Diljen

Jînda bû sê salî!

Jînda îro sê saliya xwe tijî dike, lê li gor salên xwe, di warê fikirandin û hişmendiyê de, gelek pêşketî ye. Li ser tiştên ku li derdora wê diqewimin difikire, dipirse û dixwaze wateyekê bide wan.
Sê saliya te pîroz be, delaliya me!

/H. Diljen