Dawîya heftê me danîya diranên Jîndayê çêkir. Li gor adetan (tore) divê mirov çend tiştan deyne ber zarok, wek mînak penûsek, meqesek û pirtûkek. Zarok çi hilbijêre ew dê bibe pêşeroja wî/wê. Jîndika me jî pirtûk kir destê xwe, yanê ew ê bibe nivîskar. Divê hûn bizanibin ku ev yek gelek zanîstî ye :)
Dema me sermonîya danîya Jîndayê çêkir, ew demên pêşî yên wê hatin bîra min. Piştî derdora hefteyekê benê navika Hirçokê baş bû û ket. Min ew di nav paçên Jîndayê de dît. Mîna parçeyekî çerm ê bi xwin bû. Min hema girt û avet çopê. Lê ku hûn ji dîya min bipirsin ew çewtîyek mezin bû ku min kiribû. Li gor wê divê mirov benê navikê bigire û bavêje bexçeyê zaningehê ku Jînda di pêşerojê de bixwîne.
Helbet ez wê çaxê bi van gotinên dîya xwe kenîyam û hîn jî dikenim. Çima kenîyam? Ji ber ku ji min re wek tiştekî komîk hat, lê ev bawerî di heman demê de jî fikirek şîrîn e. Lê niha êdî xem nakê ku min wê demê benê navikê avêt çopê, ji ber ku dawîya heftê Jîndayê nîşan da ku ew ê dîsa jî bixwîne û bibe nivîskar.