Thursday, April 30, 2009

Ez û Jînda em têra xwe digerin

Jînda her roj bi min re derdikeve seyranê


Niha bihar gihêştîye Swêdê jî. Ez û Jînda em her roj li derve di bin asîmanekî şîn de li kêfa xwe dinêrin. Piştî zivistaneka Swêdê ya tarî û sar êdî em jî tama jîyanê digirin. Lê helbet ev zivistan mîna yên din nebû: îcar cara pêşî hirçokek di mala me de hebû û wê ronahî û germî da me. Spas bo germî û ronahîya evîna te Jîndika min!

Wednesday, April 29, 2009

Êdî dunya li ber lingên Hirçokê ye

Jînda hîn qiymeta pasaporta xwe hîn nebûye


Jîndika me êdî bu xwediya pasaporteka swêdî. Ji pasaporta Kurdistanê re jî xwedê mezin e! Niha, ji bo Jîndayê, hema hema tu sînor li vê dunyayê nemane ku nikaribe jê derbas bibe. Xwezî ji bo tu zarokê/î sinor tune bûna, lê mixabên rastîya jiyanê wusa nîne û sebeb jî biryarên dê û bavên wan in, yanê yê me ne. Em salmezin gelek biryarên sîyasî yên ecêb digirin, wek mînak sirnorên dunyayê digirin. Zarokên me jî ji me hîn dibin û dema mezin dibin, ew jî wek me dikin…

Wednesday, April 22, 2009

Zarokên xwe maç bikin

Jînda li vir tenê heyvek e


Wek dê û bav, em zarokên xwe her roj maç dikin. Hele ez Jînday xwe carina mîna hirçan maç dikim. Ez ji gum, dest û lingên wê têr nabim. Di destpêkê de, hin kesan ji min re got ku divê ez Jîndayê ewqas pir maç nekim: Wan digot ”Jînda hîn biçûk e, guneh e”. Lê min tu car guhdarîya wan nekir. Hezkirina zarokê/a mirov çawa dikare guneh be? Zarok divê her tim evîn û hezkirina me hîs bikin ku di pêşêrojê de bibin mirovên bixwebawer.


Lê her weha maçkirin ji bo tiştekî din jî baş e: li dijî alerjîyan. Li gor lêkolînên dawî maçên dê û bavan zarokan li hember alerjîyên cuda diparezin. Li Swêdê û welatên din ên Rojava, alerjî êdî bûye nexweşîya payîdar/kronîk a herî mezin ya di nav zarokan de. Loma zarokên xwe hîn pirtir maç bikin, pêwîstîya wan bi bakterîyên we heye.

Sunday, April 19, 2009

Hirçok çû seferê



Vê heftê ez û Micke me Hirçoka xwe bir sefera wê ya pêşî. Em bi ferîbotê çûn Gotlandê, girava herî mezin ya Swêdê. Me rojên pir xweş li wir derbas kirin. Jînda gelek baqil û qenc bû. Ji dê û bavê xwe re tu problem dernexistin.


Ez û Micke em tiştekî baş hîn bûn: Berê ku mirov bi zarokekî/a biçûk re here seferê, ku mirov amadekariya xwe baş bike, her tişt baş dimeşe! Me şîr, lepe, berdilk, memik (hemzik) û tiştên din ên Jîndayê bi xwe re birin ku em li Gotlandê wexta xwe nedin şîr an memikkirînê û tenê bigerin û tama seferê bigirin. Lê ku mirov tiştekî ji bîr bike jî helbet dunya xirab nabe.

Thursday, April 16, 2009

Jîyana rojane - bê şirove









Sunday, April 12, 2009

Evîn, piştgirî û hevkarîya malbatî

Arjen, dê û bavê min li derdora Jîndayê kom bûne


Roja yekşemîyê ez nexweş ketim. Ez zekemî bûm û agirê min heta 39 dereceya bilind bû. Tiştê herî xirab ew bû ku Micke jî nexweş bû. Ne halê wî ne jî yê min hebû ku em li hirçoka xwe mêze bikin. Feqîra Jînda di nav nivînan de di orta du nexweşan de ma. Lê min telefona Rûkenê, keça xaltîya xwe kir. Ew jî li Stockholmê û li nêzî me rûdine. Ew hat û bîstekê Jînda bir derva. Pişt Rûkenê jî birayê min Arjen û jina wî Jîyan hatin û Jînda bi xwe re birin mala xwe. Û dawî canên me yên Västeråsê, dê û bavê min, hatin Stockholmê mala me ku alîkarîya Jîndikê bikin. Evîn, piştgirî û hevkarîya malbatî di rojên wusa de gelek girîng e.


Dê û bavê min roja duşemîyê ez û Jînda bi xwe re birin Västeråsê. Micke li malê ma, ji ber ku karê wî hebû. Arjen jî bi me re hat. Dema ez di nav nivînan de bûm û pozê (bêvil, kepû, difin) min fişefiş dikir û qirika min dêşîya malbata min li ber keça min bû. Me şeş rojên xwe wusa derbas kirin. Îro wan em li erebê siwar kirin dîsa anîn Stockholmê, ez niha baştir im.Gelek spas ji we re canên min!

Wednesday, April 8, 2009

Lênêrîna heşt zarokan û perspektîfek nû

Duhî di televizyona Swêdê de di derbarê malbatên pirzarok (di navbera pênc û heşt zarok) rêzeflîmek hebû. Di fîlm de dihat nîşandan ku wan jiyana xwe ya rojane çawan îdare dikir. Wan zarokên xwe dibirin sporê. Hin ji wan fûtbol dilîstin, hinan jî dans dikirin.

Di beşa duhî de malbateka pênczarokî nîşan dan. Sê ji wan zarokan sêcêwî bûn û her sê di carekê de nexweş ketin! Lê bavê wan çiqes bi sebir bû! Wî bi wan re doktor dilîst ji bo ku bikaribe dereceya agirê wan bipîve û li gor wê derman bide wan. Jîyana wan perspektîfeke jîyanê ya nû da min. Em tenê bi Hirçokekê re mijûl in, lê dîsa jî ez carina dibêjim, ez diwestin an wext têr nake.

Tuesday, April 7, 2009

Hirçok û şahîya rojbûna Arzumê

Dawîya heftê Hirçok çû şahîya rojbûna hevala xwe Arzumê. Ev beşdarbûna Jîndayê ya şahîya pêşî bû. Ez bawer im ji niha û pê ve şahîyên rojbûnên hevalên wê dê her heyv hebin. Her ku diçe Jîndika me dê bêje: ”Bavo, min bibe mala Arzumê” an ”Dayê, ez dixwazim herim bajêr” û her wekî din.

Friday, April 3, 2009

Zlatan û heyranên wî

Wek dê û bav, em bixwazin nexwazin, em dîtin û bawerîyên xwe derbasê zarokên xwe dikin. Hin kes dibêjin, em ”mêjîyên wan dişon”. Ez vê yekê înkar nakim. Loma Hirçok vê heftê bû endama kluba heyranên Zlatan Ibrahimovic. Û wek hûn dibînin Jînda bi vê yekê gelek kêf xweş e, û helbet dîya wê jî.

Thursday, April 2, 2009

Jînda dîsa di çapêmenîyê de ye

Hevalê min Pishko li ser înternetê ji min re got:

”Şîlan, min li Amedê di Azadîya Welat de di derbarê te de nivîsek xwend, Hirçok ji niha ve bi nav û deng e”. Pishko, hevalê hêja, spas. Jînda dema ku hîn di zikê dîya xwe de bû jî stêrkek bû.

Nivîsek xweş û germ nivisîne. Hûn dikarin wê nivîsê li înternetê bibînin.

Nivîsên berê yên hirçokê jî hene.