Saturday, February 7, 2009

Dema tu panîk dikî…

Hirçoka min û Rûken


Her çiqes ku zarokçêkirin tiştekî gelekî xweş e jî, elbet hin rojên xirab jî hene, bi teybetî di destpêkê de. Ji ber ku mirov xwe westîyayî hîs dike, hormonên mirov radibin û laşe mirov wek ku şkestî ye.

Ez bi xwe vê jîyame. Ew hefteyên pêşî ji min re pir zehmet bûn û min carina panîk dikir. Lê delala min Rûken, keça xaltîya min, ku wek xwişka min e, di kovarekê de çênd şîret ji bo dayikên nuh dîtibûn:


1. Ku tu xemgînî, hîsên xwe bi mêr an hevalê/hevala xwe re parve bike. Divê hûn bikaribin vê çareser bikin.

2. Planên mezin meke, planên rojane bike.

3. Stres meke. Wek mînak ku mala te qirêj be ji xwe re meke derd. Bi zaroka xwe re bûn ji paqijïyê girîngtir e.

4. Ji derdora xwe alîkarîyê bixwaze! Wek mînak, belkî heval an malbata te carna dikarin bên û firaq an cilên te bişûn.

5. Hefteyên pêşî, ku tu naxwazî, mêvanan qabûl meke.

6. Ku mêvan tên ji wan re bêje bila xwarin an çayê bi xwe re bînin.


Belê, bicihanîna van her çar şîretên pêşî ne problem e, lê ew herdu xalên dawîyê ji bo min zehmet in. Her çiqes ku ez xwe xemgîn an betilî hîs bikim jî, gelo, ezê çawa ji hevalên xwe re bêjim nêyîn mala min, an ku hûn tên jî xwarina xwe bi xwe re bînin?

2 comments:

  1. Çavên dayik û bavê Jîndayê ronî be! Bi xêr û bi ber be, bi navê xwe mezin û geş be,
    bibe zarokeke çeleng, qenc û liyaqî we û welatê me be. em jî ramûsanekê jê re dişînin.
    Ligel silavên germ

    ReplyDelete
  2. Silaw,
    Piroz bét u be xoşî.
    Spas ji bo kari te.
    Zarok hemu rindin!

    ReplyDelete