Monday, February 16, 2009

Rojên xweşik!

Dawîya heftê pir xweş derbas bû. Roja înê ber bi êvarê dîya min hat Stockholmê û ez, Jînda, Arjen û ew, em bi hev re çûn Uppsalayê mala xaltîya min. Wê xwarinên xweş çêkiribûn. Min wisan pir xwar ku hindik mabû zikê min biteqîya.


Jîndîka me êdî rûtîna xwe dîtîye û zû radikeve. Ew tê wê wateyê ku piştî saet 20.00ê ez vala me. Û vê êvarê ez bi dê û xaltîya xwe re rûniştim (birayê min çûbû ba hevalê xwe).


Roja şemîyê jî Micke, bavê Jîndîk, hat Uppsalayê û me hirçoka xwe li ba pîrika wê hişt û em çûn şahîya 30 salîya hevalê me Fredrik. Û ku ez rastîyê ji we re bêjim, Jînda pir nehat bîra min. Ew nayê wê wateyê ku ez dayikek bê berpisyar an dayikek ne baş im, lê dema ez bê Jîndîka xwe derdikevim, ez dikarim vehêsim ji ber ku ez dizanim ku cîyê Jînda baş e.


Ez li Uppsalayê mezin bûme. Loma roja yekşemê jî min çend hevalên xwe yên berê dîtîn, wek mînak Dlovanê rindik! Dlovan ji Dihokê ye û ew ji Jîndîka me pir hez dike, lê ji wê re dibêje Fatoş (ez nizanim çima).


Ez hêvî dikim ku rojên we yên dawîya hefteyê jî xweş derbas bûn!


Jînda û Dilo can

1 comment:

  1. Şîlan, ger û vehesiya canê te pir girîng e, ta ku enerjî bide rihê te. Eger tu wisa nekî, tu nikarî ew rûyê biken mehfeze bikî. Ji bo Jînda herdem rûyeke biken lazim e.
    Her wiha bi Miche re bêje bila herdem, Wek Dilo, bi Jînda re bikene.
    Heya hûn dikarin, qet rûyên xwe tirş nekin.
    Muchos besos para toda la familia

    ReplyDelete