Monday, February 9, 2009

Pirî caran ez xwe wek jineka xurt hîs dikim, lê...

Di jîyana min de yek ji tiştên herî zehmet wekhevî an yeksanî ye. Dema Jîndika me tune bû min digot qey ez û Micke, em di wekhevîyê de dijîn. Lê niha min kifş kirîye ku ez gelek caran xwe wek qurbaneka sîstemek patriarkal hîs dikim. Û ez ji vê hîsê nefret dikim.


Pir caran ez xwe wek jineka xurt hîs dikim lê di malê de ev carna wusa nîne. Sebeb jî ew e ku ez berpirsîyarîya malê digirim, ez bûme rêvebera projeya mala me – xelk meaşek bi hezaran kron digirin ji bo karên wusa lê ez belaş kar dikim.


Wek mînak ez, û ne Micke, dizanim ku paçên Jînda mane an na, wê kengê cara dawî mamaya xwe xwar. Ez dizanim me cara dawî kengê firina xwe (û her tiştên din) paqij kir. Ez rojbûnên malbat û hevalên me dizanim (her weha rojbûna dê û bavê Micke) û her wekî din. Ev lîste dikare hîn dirêjtir bibe... Gelo, ev yek çima wusa ye?

3 comments:

  1. zor sopas..
    bologe we gelêk jwane..

    ReplyDelete
  2. Min pirozbaiy li te dikem.
    Ez bawerim ku weku daikeky genc u kurd gelek balraêshe ku te blogg dinvisi.

    Hividarim ku te u zarokê te u hemu malbatê te bi shadi u xiweshi biminn.

    ReplyDelete
  3. Erê Shîlancan, guhertina pergalan ne hêsan e lê mimkun e û dibe jî! Ez gelekî shad û serbilind im ku bi kurdî fikir û hestên dayikekê di vê mijara girîng de dixwînim. Tu dizanî, ev dibe kaniyeke îlhamê ji bo min jî di mijara yeksaniya nava malbatê weke besheke yeksaniya civakî.
    Spas!

    ReplyDelete