Ji Amedê ji me re e-nameyek hat. Şandêr A. Seçkin e ku dixweze helbesta xwe ya li ser zimên bi me re parve bike. Keça wî Viyan sê salî ye û Viyana şêrîn bi bext e ku bavekî wê heye ku girîngî dide zimên. Silavên germ ji we re û gelek spas ji bo nameya we!
Zarokek Amedî me
Helbest : A. Seçkin
Ez arî me ez mîdî me
zarokek Amedî me
Ne koçber û rêwî me
Ji pêşî de xwedî cî me
Zimanê dayik û bavê min
Qedexe kirine ji bo min
Nahêlin pê bixwînim
Sebra dilê xwe bînim
Min fêr dikin zimanê xwe
Li serê min dikin komê xwe
dixwazim ez fêr bibim
bi zimanê dayika xwe
zimanê min şêrîn e
bi çîrokan zengîn e
heke tu bawer nakî
dibistana kurdî bibîne
navnîşan a jêrîn e
www.dibistanakurdi.com
Bijî birêz A. Seçkîn!
ReplyDeleteHelbesta te gelek bi wate û bi huner e. Xwedê Viyanê ji we re bihêle.
Bi silavên germ
Haydar Diljen