Dema dîya min bi min re bizarok bû wê hewl dida ku zikê xwe yê xweşik veşêre. Hevalên wê jî heman tişt dikirin. Gelo çima?
Di çanda me da, li gor gelek kesan, piranî tişt di derheqe laşê jinan de eyb e: divê mirov cilên pir teng li xwe neke, etegên kin jî çênabin, her weha divê mirov bi porê xwe nelîze. Bi kurt û kurmancî divê mirov xanim xanim rûne û baştir e ku mirov qet nepeyive jî. Û hele ew zikê te yê mezin! Divê tu vî veşerî, ji ber ku ew zikê te tê wê maneyê ku te tiştêkî eyb kiriye!
Wey xwedêyo! Bê wan zikên mezin, dê ne ez û ne jî tu li vir hebûna. Lê şikir ku hin tişt hatîne guhertin. Êdî gelek jin dema bi zarok in, zikên xwe yên gir di bin fîstanên fereh de venaşêrin. Tam beravajî, bi zikên xwe kêfxweş û serbilind in.
Slav
ReplyDeleteAzez Shelan
Az kara tu bene ,j dlra dastxosyan j tu dkam az xaefxoshm ba har janake kord kaq hunar mand betn xabat bo azady u dahenane bkat.
Agr bxazy beru rayan dagorenawa.
Cave tu mach dkam
Her bijî Hirçoka te, dest sag bin Şîlan. Eger ez jî jin ba ma, min ê jî wek te bikra. Ji bloga we ez, bi kurdî, fêrî jiyana dayîk û zarokan dibim.Xebateke te pir hêjaye Şîlan, ji te re hêz û enerjî dixwazim ta ku herdem tu ser vê têkiliyê xweş navbera dayîk û zarokê xwe gotaran biweşîne.
ReplyDeleteMuchos besos y abrazos ji zemîna Don Kîxotê.
Zinar Ala