Sunday, February 22, 2009

Em di rê de ne

Ez, hirçok, dê û bavê min niha di erebeyê de ne û diçin Vesterosê. Ez komputorê bavo û înterneta wî ya mobîl bi kar tînim. Rê qelebelix e. Berf dibare û bavo behsa zarokatîya xwe dike, dibêje: “Di warê îmkanên ji bo zarokan de di navbera îro û dema zarokatîya min de bi qasî çîyan ferq heye. Di dema me de cizmeyên lastîk jî tunebûn ku em pê kin, ker bi dest me nediketin ku em siwar bin, lê îro Jînda di erebeyê de ye, di kursîya xwe de rûnistiye û dîya wê jî înterneta mobîl bi kar tine“.

Jînda û pîrika wê jî helbet raketine. Di malbata me de, yên ku erebyê dajon em pênc kes in, lê bav û birayê min ê biçûk Diljen, bi teybetî jî ji erebeajotinê hez dikin. Ez carna dajom lê diya min û birayê min Arjen ku mecbûr nebin qet naxwazin erebeyê bajon. Ka em binêrin Jînda li kê biçe.

1 comment:

  1. Ji Hircoka we re silametî û omrekî dirêj.
    Di gel dê û babê vê daxaz dikim û cihê omêdêye ku ev karê han bibe sedema tecribekî nû ji bo gelê me.

    Serketîbin

    Seyid Faysel Muctevî
    Rojhilat Sine

    ReplyDelete