Wednesday, February 25, 2009

Hop rabûn, hop rûniştin

Wê rojê min ji we re behsa nameyên xwendevanên bloga xwe kiribû. Yek ji wan Aynur Bozkurt e. Berê bloga min, me hevûdu nas nedikir lê niha em bi rêya înternetê ji hevdu re behsa jîyan û hirçokên xwe dikin. Di namaye Aynur a pêşî de wê ji min re gotibû:

”Bi min pir xweş e ku mirov serpêhatiyên xwe yên pozîtîf bi kesên din re parve dike. Çimkî tiştekî wisa, enerjiyeke pir mezin belav dike. Piştî ku min nivîsên te yên li ser Hirçokê xwendin, hestên pir xweş û germ bi min re çêbûn. Ya rastî, hirçokeke min jî heye, nêzî 10 mehî ye û navê wê jî Xweza ye. Wan nivîsên te wisa kir ku ez hinekî din jî pozîtîf bim di vê pêvajoyê de û zêdetir bextewar bim bi hebûna hirçoka xwe.”


Hirçoka wê pir şîrîn e û gelek bihereket e. Aynur dibêje: ”Xweza her roj tiştên nû hîn dibe, her tiştî meraq dike û cîhana xwe firehtir dike. Îca ji ber vê yekê jî saniyeyek li cihê xwe nasekine. Ew li ku, ez jî li wir, heta êvarê em hop radibin, hop rûdinin, dilîzin, direqisin, diqîrin, stranan dibêjin. Jixwe ez texmîn dikim tu jî bi Jîndayê re eynî tiştan dikî, lê her roj ev tişt wê zêdetir û rengîntir bibin.”


Jînda hîn nikare bi çarpîyan biçe, lê piştî serpêhatiyên Aynurê yên bi Xwezayê re ez niha dizanim ku çi li hêvîya min e: her roj hop rabûn, hop rûniştin.

1 comment:

  1. Hevala Şîlan, hêvî dikim ku bandora Hirçoka te û yê miche li ser hemû bav û dayîkan jî hebe. Xwezî hevala Aynur jî behsa xwezaya xwe bike.
    Ne tenê dayîk her wiha bav jî dikarin behsa hirçokên xwe bikin.
    Pir mixabin, medya kurdî cîhana zarokan îhmal kiriye, her wiha ti lêkolîn li ser jiyana zarokan nayên çêkirin. Hêvîdarim ku hevala Aynur jî behsa Xwezayê bike, di gel ku ez zanim ku wexta wê tuneye ji bo damezrandina blogekî, lê eger bloga Aynur jî hebe em ê hê agahdar bibin ser jiyana zarokan û zanîna xwe dewlemend bikin.
    Rêz û pir silav ji bo te Şilan, her wiha ji bo hevala Aynur.
    Her wiha gellek maç ji bo Jînda û Xwezayê re.

    ReplyDelete