Li gor lêkolîneka ku li zaningeha Karlstadê hatiye çêkirin; li Swêdê, malbatên bê erebe pirtir bextewar in.
Ev lêkolîn ji bo min wek mizgînîyekê hat. Ji ber ku malbat û hevalên me ji min û Micke re dibêjin: ”Niha Jîndaya we heye, divê hûn ji xwe re erebekê bikirin, bê erebe mezinkirina zarokan zehmet e”.
Lê niha lêkolînê îspat kiriye ku ew tiştê ku mirov heta niha wek rastî qebûl dikir dikare bê guhertin, ango bibe tam berevajî. Spas ji bo zaningeha Karlstadê!
Şîlan, bawer dikim ku jiyan bê erebe tiştek ne dijwar e. Ez bi bîskilêta xwe diçim hemu deran, herdem bîskilêta xwe dajom, havîn û zivistan.Eger rojekê hirçokek min çêbibe, ez ê bi xwe re bigerînim li her deran.
ReplyDeleteVêga tu û Miche li berxwe bIdin, eger we dît ku jiyan û jînda bê erebe nabe hîngê erebeyekê bikirin.
Silav û maç ji bo Hirçoka te
Zinar Ala