Friday, February 6, 2009

Odeyek bêdeng

Min û Micke me îro Jîndîka xwe bir bajêr û pêşangeha bi navê ”Ji sifirê heta yekê. Ev pêşangeh wek navê wê jî dîyar dike ji bo zarokên heta yeksalî ye. Gelo, li kî dera dunyayê ji bo zarokên ewqas piçûk pêşangeheh tê amadekirin?

Bi rastî tiştekî pir xweş û balkêş bû. Odeyek mezin ya bi tenê rengê spî, balîvên nerm û muzika sakîn. Wek asîmanê bû, te digot qey em di nav ewran de digerîyan. Sebeba pêşangehê jî ew e ku zarokên îro li her derê di bin bandora her tiştî de dimînin. Demên wan ên bêdeng kêm in lê pêwist in. Jîndayê ji vê pir hez kir, lê ku ez rastîyê bêjim ez bawer im ku min û Micke ji wê pirtir ji vê bêdengî û aramîyê hez kir. Divê ji bo mezinan jî odeyeke wusa amede bikin.

Wênegir: Ebba Thorell



1 comment:

  1. Ez te pîroz dikim. Birastî divê hemû dayikên Kurd xwe kurd hîs bike. Zarokên xwe jî li gorî bîr û baweriya xwe mezin bike.
    ji te dayika pîroz re serkeftinê dixwazim.

    ReplyDelete