Wednesday, February 11, 2009

Gelo, guhên şil bitehlûke ne?

Îro dema me serê Jîndayê şuşt, min ji Micke re got, bila dîqet bike ku guhên Jîndayê şil nebin, ango av nekeve guhên wê. Micke kenîya û bi kêf û henekî got:

“Qey ew dîsa efsaneyeke kurdî ye ku dîya te fêrî te kiriye”.


Îcar ez jî kenîyam, ji ber ku rast bû. Dîya min ji min re gotibû ku divê mirov dîqet bike ku av nekeve guhên zarokên piçûk.

“Ku ev yek rast be, çima li Swêdê bi hezaran zarok beşdarî ajnêya (mele, sobe) ji bo bebîşan dibin û ji cara yekem û pê ve di bin avê de dilîzin?”, Micke pirsî.


Gotina wî jî bimentiq e. Divê ez ji diya xwe re telefon bikim û bipirsim, gelo guhên şil çima bi tehlûke ne?

1 comment:

  1. Merheba Şîlan,

    Min nûçeya Hirçoka te xwend, ecêb kêfa min hat. Tu her hebî.
    Bi vê wesîleyê ez te du caran pîroz dikim; hem ji ber çêbûna hirçoka te ya Jînda'yê, hem jî ji ber çêkirina te ya Hirçoka ser înternetê.

    Te tiştekî pir xweş kiriye bi çêkirina Jîndayê û bi vekirina vê malperê.
    Bi min pir xweş e ku mirov serpêhatiyên xwe yên pozîtîf bi kesên din re parve dike. Çimkî tiştekî wisa, enerjiyeke pir mezin belav dike.

    Piştî ku min nivîsên te yên ser Hirçokê xwendin, hestên pir xweş û germ bi min re çêbûn.

    Ya rastî, hirçokeke min jî heye, nêzî 10 mehî ye û navê wê jî Xweza ye.

    Dîsa pîroz be ji re te!

    ReplyDelete