Sunday, February 1, 2009

Wesîyetname

Wesîyetnameyek bi swêdî

Ez tu car li ser wesîyetnameya xwe nefikirîme, lê piştî ku hirçoka min hat dinyayê, bê ku ez bixwazim, ez li ser vê yekê difikirîm. Û divê hûn bizanibin ku ez ji mirinê pir ditirsin û hîn jî naxwazim pê bawer bikim ku ez an jî yek ji canên min dê rojekê vê dinyayê terk bikin. Dema ez piçûk bûm, min got qey hebek heye ku jiyana mirov dirêj dike, lê mixaben dema ez mezin bûm, ez hîn bûm ku ev ne rast e.


Neyse, duhî dema min (dîsa!) paqijî dikir min formek ji bo wesîyetnameyekê dît û ez ê vê hefteyê wê tijî bikim. Yanê malûmilkê min pir nîne, lê çi hebe jî ez ê li ser Jîndayê binivîsim. Ku rojekê zarokekî/a me yê/ya din çêbe jî ezê yeka nuh binivîsim.

2 comments:

  1. Xuşka min a hêja Şîlan

    Ez bi navê xwe û navê malpera avestakurd malpera te pîroz dikim herwiha ez jî gelekî ji xebata jinê di derbarê zarok, civak û mafê jinê de hez dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.

    Xuşka te

    Ahîn Zozanî

    ReplyDelete
  2. Hevala Şîlan:

    Ez jî wek Ahîn dîsa xebata bloga we pîroz dikim, bila hûn zanibin avakirina blogeke bi kurdî sekeftineke mezin bo zimanê me, ji ber vê yekê em hêvî dikin ku heya hûn dikarin dev ji nivîsandinê bernedin.
    Vêga xatirê xwe ji te dixwazim û li benda testnameya te dimînim.
    Besos y abrazos

    Zinar Ala

    ReplyDelete